Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk bombekirina li Kurdistanê dijwartir kiriye û bi taybet bi rasthatina havînê jî bi zanebûn qetlîamên xwezayê jî zêde kirine. Li beramberî van êrîşên bi armanca qetilkirina xwezaya Kurdistanê divê gel li her qadê xwedî tevdîr be.
Di 28’ê Hezîranê de saet 21.00’an li navçeya Payîzava ya Wan’ê hêzên me li hember Qereqola Jendermeyan a Guzelsû’yê bi wesayîta bombebarkirî ve çalakiyek li dar xistin. Beriya çalakiyê hêzên me li hember leşkerên li derdora nîzamiyê çalakî li dar xistine û pişte jî wesayît teqandine. Di vê çalakiyê de kuleyek, nîzamiyeyek, wesayîteke zirxî ya Kîrpî, wesayîteke zirxî ya Akrep û tankek hatin îmhakirin. Li avahiya ku nêzî 150 leşkerî lê diman, zerarek mezin çêbûye. Li vir leşkerên kûştî û birîndar hene, lê hejmarek zelal nehat bidestxistin. Têkîldarî çalakiyê her ku agahiyên zelal werin wê bi raya giştî re bên parvekirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi gelek helîkopterên Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin.
Di 28’ê Hezîranê de saet 20.00’an yekîneyek gerîlayên me çawîşekî pispor ê li Taxa Başakşehîr a li navçeya Bismil a Amed’ê xistin bin kontrola xwe û kûştin. Ev çawîşê pispor yek ji kesên ku li hember ciwanên berxwedêr qetlîam pêk tanîbû.
Lı Gever’ê Lı Dıjî Leşkeren Çalakî
Di 26’ê Hezîranê de saet 18.30-19.00’an hêzên me li hember leşkerên ku li derdora girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê xwe bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Li vir leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Di 28’ê Hezîranê de saet 15.45’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku xwe li qûntarên Kanî Orê ya li qada Sumbul a Colemêrg’ê bi cih kiribûn çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Di 28’ê Hezîranê de saet 15.50’an li Taxa Fîskaya ya girêdayî navenda Amedê, hevalên me ji mesafeyek nêz ve li komek POH dan. Piştî çalakiyê 3 ambûlansan kûştî û birîndar rakirin, lê têkîldarî kuştiyên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Lı Lıcê Lı Hember Hêza Operasyonê Çalakî
Di 28’ê Hezîranê de saet 19.00-20.00’an hêzên gerîlayên me li hember hêza operasyonê ku mabeyna gundên Sisê û Dêrxus ên girêdayî navçeya Licê di nav liv û tevgerê de bûn, çalakî li dar xistin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin 3 leşker hatin kûştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Detayên vê çalakiyê her ku hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
Di 29’ê Hezîranê de saet 03.00’an hêzên gerîlayên me li navçeya Qamûşan a Qers’ê li hember xeta petrolê ya Baku-Ceyhanê çalakiyek sabotajê li dar xistin.
Di 27’ê Hezîranê de saet 10.30’an 2 gerîlayên me yên ku dem ali qada Berçella ya girêdayî Colemêrg’ê diçûn wezîfeyê bi yekîneyên artêşa TC re hevrû hatin û şer qewimi. Di encama vî şerî de her 2 gerîlayên me ku bi berxwedanek lehengî li hember dijmin rawestiyan, û şehîd bûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Agir Kavalî
Nav û Paşnav: Ferhat Kaval
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Sûna – Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg
Nasnav: Welat Şişol
Nav û Paşnav: Harûn Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Reyhan – Osman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg
Di 28’ê Hezîranê de saet 17.00-17.15’an balafirên şer ên artêşa TC gundê Zergelê yê li herêma Qendîl a ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di encama bombekirinê de agir bi erazî girtiye.
Di 29’ê Hezîranê (îro) de saet 10.00-10.30’an balafirên şer ên artêşa TC mintiqayên Berê Keskê, Girê Karker û Ranya Pîrê yên girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirin.
29 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG