Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 7'ê Tîrmehê de saet di 18:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Durê ya li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê çalakiyek lidar xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê ji cihekî nêz ve derbên giran li çeperekê xist, çeper ji holê rakir. Li vê derê 2 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî berê xwe da nîzamiya qereqolê û di encama derbên li vê derê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, qereqola Durê û Tûgaya Şemzînan’ê bi hawan û çekên giran êrîşî derdora xwe kirin. Li dû çalakiyê gelek ambûlansan kûştî û birîndarên leşkeran rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên di operasyona li Licê de şehîd bûne hat lidarxistin.
Hêzên gerîlayên me di 7'ê Tîrmehê de saet di navbera 14:00-15:00 de bi çekên giran li leşkerên li 'Genîş Tepe' ê li herêma Şemzînan’ê xistin. Di encama vê çalakiyê de şewat bi konên dijmin ket; hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 7'ê Tîrmehê de saet di 11:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li mintiqeya Bêrmê ya li herêma Gabar’ê barandin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêmê geriyan.
Di 6'ê Tîrmehê, tabûrên TRT Gabar û Girê Cotyar obus û hawan avêtin mintiqeya Gelî ya li Gabar’ê. Artêşa TC di roja 2'ê Tîrmehê ji qereqolên Evnê Bênat, Zivingê, Findikê, Gundikê Şêx û girên Suadiye, Zivingê û Guvenlîk, obus û hawan avêt mintiqeya Findikê ya li Gabar’ê. Ji ber bomberdûmanê şewat bi herêmê ket.
Di 5'ê Tîrmehê de saet di 19:00 de, gerîlayên me li hemberî yekîneyeke leşkerî ya girê Nîvro yê qereqola Bespîn a Silopiya’yê diparast, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya bi çekên giran hat lidarxistin de derbên giran li kozika 4 leşker tê de bûn hat xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar a li vê derê nehat zelalkirin. Artêşa TC piştî çalakiyê obus avêt herêmê. Ji ber vê yekê li gundê Sarpitnê û Girê Çolya şewat derket.
Di 6'ê Tîrmehê de saet di navbear 09:30-11:00 de artêşa TC ji qereqolên Bespîn û Mila Guryayê, obus û hawan avêt qadên Girê Çolya û Geliyê Hasana. Balafirên keşfê yên bê mirov jî li herêmê geriyan. Şewata li vê herêmê derketiye hê dewam dike.
Di roja 7'ê Tîrmehê saet di navbera 09:00-12:00 de balafirên şer bombe li qadên Girê Hirmo, Girê Çolya û Navsera Cûdî yên li Çiyayê Cûdî barandin. Ji ber vê bomberdûmanê li qadeke berfireh şewat derketiye.
8 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG