Ji çapemenî û raya giştî re!
Hêzên me roja 8'ê Tîrmehê de saet di 04:00 de li xeta Oremar-Şemzînan’ê ya Colemêrg’ê çalakiyên berfireh lidar xistin. Hêzên me li hemberî qereqolên Rûbarok, Grana, Zeytê, Mamreş û leşkerên artêşa TC ên li girên Xapuşkê, Çeta, Leylek, Şehîd Rahîme, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Karker û Şehîd Gafûr bi cih bûn, çalakiyên hemwext pêk anîn . Agahiyên berfireh ên van çalakiyan bi vî rengî ne:
Yekîneyeke me ya gerîla ji 2 baskan ve berê xwe dan girê Xapuşkê û derbên xweş li kozikên leşkeran dan. Her wiha ji 6 baskan ve bi çekên giran û ferdî li konên leşkeran û fermandarên leşkerî yên li ser sê girikên Xapuşkê hat xistin. Di encama van çalakiyên bi qasî saetekê dewam kirin de, 4 çeper hatin rûxandin ku 2 ji van çeperên çekên giran in. Di encamê de 5 leşker hatin kuştin. Hejmara kûştî û birîndarên leşkeran zêdetir e.
Hêzên me di heman demê de bi topên hawanê li qereqolên Rûbarok, Grana û Çeta xistin. Gelek ji van hawanan li avahiyên qereqolan ketin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Gerîlayên me her wiha bi çekên giran, navîn û ferdî li qereqolên Zeytê û Mamreşê xistin. Li qereqola Zeytê, nîzamiye û tankek hedef hatin girtin û di encamê de kûleya nîzamiye û tank hatin rûxandin. Wekî din, tankeke din a li qereqola Mamreşê jî hedef hat girtin û derb lê hat xistin. Bi qasî ku hat zelalkirin di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk kûştî û birîndarên xwe rakir avahiya Gumrukê.
Heman rojê saet di navbera 05:45-06:45'an de, gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên li dora girên Şehîd Rahîme, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Karker bi cih bûbûn, xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Hêzên me saet di navbera 07:00-08:00 de ji 5 baskan ve li leşkerên li dora girê Şehîd Gafûr bi cih bûbûn, xistin. Di vê çalakiyê de hawan jî hatin bikaranîn û 5 ji roketên hawanê li cihê leşker lê bûn, ketin. Hejmara kûştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Hêzên me danê nîvro jî saet di navbera 12:30-13:00 de bi çekên giran li çeperên li girê Leylekê xistin.
Piştî çalakiyê, balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêmên Mergê, Dola Zeytê, Xapuşkê, Girê Xwedê, Girê Şehîd Faraşîn û Girê Şehîd Dîren barandin. Her wiha qereqolan jî bi obus, hawan, tank û topên mîsket bombe li van herêman barandin.
Di çalakiyên li vê derê de 3 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd, dema ku zelal bû we bi raya giştî re werin parvekirin.
Di 6’ê Tîrmehê de saet 22.00’an gerîlayên me ji du baskan ve li hember navenda navçeya Mîksê ya Wan’ê çalakî li dar xistin. Baskê yekem avahiyên Qeymeqamî û Emniyetê kirin hedef, bi çekên navîn û ferdî lê dan. Qeymeqemtî bi roketavêjan bi awayekî bi bandor hat hedefkirin, panzerek jî hat derbkirin.
Baskê duyem jî Tabûra Leşkerî kirin hedef û bi awayekî bandor lê dan. Li vir çeperek hat rûxandin, şerekî demkurt jî qewimî. Bi gelek ambûlansan ve kûştî û birîndar xwe rakirin nexweşxaneya Wan’ê. Li vê herêmê yekîneyên artêşa TC dest bi operasyonê kirin. Midûriyeta Emniyetê der heqê cerdevanên gundê Nûîsê de ji ber tevlî vê operasyonê nebûne lêpirsîn dane destpêkirin, her wiha çekên wan jî desteser kirin.
Her çiqasî hejmarek zêde kûştî û birîndar di vê çalakiyên de çêbûbûn jî ev hejmar nehat zelalkirin. Qasî ku bi çav hat dîtin 2 polîs hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên Şehîd Avaşîn û Şehîd Simko hat lidarxistin.
Di 8’ê Tîrmehê de saet 12.00’an gerîlayên me li hember yekîneyên artêşa Tirk ên li girê Çeper ê girêdayî tabûra Elkê xwe bi cih kiribûn çalakiya sûîqestê li dar xistin, di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Di 6’ê Tîrmehê de saet 11.20’an hêzên me li dijî qereqola Bêrik a girêdayî Elezîz’ê çalakiyek li dar xistin. 4 leşkerên ku li derveyî qereqolê bi awayekî bi bandor hatin hedefkirin, 2 leşker hatin kûştin, 2 jî birîndar bûn. Dîsa li hemberî qereqolê jî çalakî hat lidarxistin, lê hejmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Di 7’ê Tîrmehê de saet 19.00-20.00’an gerîlayên me rêya mabeyna navçeyên Licê-Pasûr ên Amed’ê xistine kontrolê. Nêzî 40 wesayît li vir kom bûne, têkîldarî pêvajoyê gel hat agahdarkirin. Cerdevanên gundên Şêxbûba, Hêrta û Kuyê yên girêdayî Pasûr’ê û leşkeran ketober gule li qada çalakiyê reşandin, piştî çalakiyê jî mabeyna hêzên gerîlayên me û leşkeran de şerekî demkurt pêk hat. Gerîlayên me yên çalakî li dar xistin bi awayekî saxlem vegeriyan bargehên xwe.
9 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG