Ji çapemenî û raya giştî re!
Di êvara 9'ê Tîrmehê, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî Qereqola Jendermeyan a Pay a ser bi navçeya Wan Erdîş’ê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev çalakî bi teqemeniyeke zêde hat kirin û li vê qerqolê zêdeyî 80 leşkerên Jendermeyên Tîmên Taybet (JOH) hebûn.
Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, beşeke mezin a avahiya qereqolê di encama teqînê de îmha bûye.
Ev çalakî, li dijî êrîşên dewleta TC a dagirker ên li hemberî gelê me bi taybetî gelê Licê û ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Amedê şehîd bûnê, ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Destan ve hat lidarxistin.
Hêzên me di roja 8'ê Tîrmehê de saet di 09:00 de bi çekên giran li qereqola Girê Sor a ser bi Tûgaya Çelê ya Colemêrg’ê dan. Di encamê de leşkerek hat kûştin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt qada Bêtkarê. Ji ber bomberdûmanê şewat derket.
Di roja 9'ê Tîrmehê de saet di 07:00 de, li hemberî leşkerên diçûn 'Genîş Tepe' ya li Geliyê Masîro yê Şemzînan’ê, hêzên me bi çekên giran çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir hatine kûştin û birîndar bûn nehat zelalkirin.
Di 9'ê Tîrmehê de saet di 23:00 de, yekîneyeke me dema li herêma gundê Avkamasiya yê Şirnex’ê bi erka xwe radibû, li leşkerên Tirk rast hat û şer derket. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin. Hêzên me bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.
Di 9'ê Tîrmehê de saet di navbera 13:30-14:30 de, hêzên me ji sê baskan ve li leşkerên li Girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar’ê xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
Di roja 9'ê Tîrmehê de saet di navbear 10:30-11:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li quntara Çiyayê Gostê, herêma Ranya Pirê û derdora çemê Hacibeg ên Xakurkê barandin.
Di 8'ê Tîrmehê de saet di 04:00 de, hêzên me yên gerîla li xeta Oremar-Şemzînan’ê çalakiyên berfireh lidar xistibûn. Me dabûn xuyakirin, ku di van çalakiyan de 3 gerîlayên me şehîd bûnê. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Axîn Fedakar Cûdî
Nav Paşnav: Pinar Begenîr
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulê-Alî
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016/Oremar
Nasnav: Çarçela Welat
Nav Paşnav: Rojda Yalçin
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Hanimşah-Metîn
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016/Oremar
Nasnav: Hogir Serêkaniyê
Nav Paşnav: Veysî Akgul
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Sûltan-Alî
Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016/Oremar
Di roja 3'ê Tîrmehê, artêşa TC li herêma Kirêkor a Îdir’ê bi yekîneyên veşartî operasyonek dabû destpêkirin. Tîmeke me ya ji 3 gerîlayan a li vê herêmê bi erka xwe radibûn, saet di 19:30 de li van yekîneyan rast hat û li vir şerekî bi qasî saetekê qewimî. Di vî şerê giran de 3 gerîlayên me şehîd bûn. Li ser kuştiyên artêşa TC agahiyek zelal bi dest neket. Operasyona 4 rojan dewam kir, di roja 7'ê Tîrmehê qediya.
Nasnameyên hevalên me wiha ne:
Nasnav: Canfeda Şoreş
Nav Paşnav: Ahmet Tîrîl
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Tulay-Samî
Dem û Cihê Şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2016/Îdir
Nasnav: Hogir Zamyan
Nav Paşnav: Nedîm Kalkan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Perîşan-Vahdettîn
Dem û Cihê Şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2016/Îdir
Nasnav: Şahîn Erzûrûm
Nav Paşnav: Saît Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Felek-Esat
Dem û Cihê Şehadetê: 3'ê Tîrmeha 2016/Îdir
Artêşa TC li qada Tendurekê mayînan bi cih dike. Roja 9'ê Tîrmehê, ji ber teqîna van mayînan a li mintiqeya Taşkesen a li Giyadînê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da, sivîlek jî birîndar bû.
10 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG