Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Tîrmehê de saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê ji çar baskan bi çekên ferdî, navîn û giran ve çalakiyek li dar xistin .
Di vê çalakiyê de hêzên gerîlayên me kulubeyên nobedê kirin hedef û di encama lêdanên xurt de 3 leşker hatin kuştin. Di heman demê de gerîlayên mekamerayên mobese yên qereqolê jî kirin hedef û 2 mobese îmha kirin.
Çepereke çeka giran a A4 ku li nîzamiya qereqolê bû, bi çekên giran hat rûxandin. Hêzên me li leşkerên ku li hewşa qereqolê bûn jî xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar li vir nehat zelalkirin. Di heman demê de hêzên me bi awayekî xurt avahiya qereqolê û nîzamiya qereqolê dan ber hewanan.
Dîsa, hêzên me li 3 leşkerên ku hewl didan li girê qereqolê xwe bi cih bikin dan û li vir leşkerek kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mezin a Mirinê hat lidarxistin.
Di 13’ê Tîrmehê de saet 11.00’an hêzên me li ser girê Şehîdan ê li qada navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de şerekî demkurt qewimi. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Li gel vê, hêzên me bi çekên giran li gir dan. Tanka ku li vir hat hedefkirin û hat îmhakirin û 3 leşker jî hatin kuştin.
Di 10’ê Tîrmehê de saet 16.30’an yekîneyek gerîlayên me ku ji 4 kesan pêk dihat, dema li navçeya Qoser a Mêrdîn!ê li ser wezîfeyekê bû, bi Tîmên Taybet ên Polîsan re dikevin şer. Di vî şerî de 3 endamên tîmên taybet hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Her wiha, me dabû xuyakirin ku 4 hevalên me şehîd bûne. Ji ber agahiya nasnemeya hevalê me nehatibû zelalkirin, me ev nedabû xuyakirin.
Nasnameyên hevalê me yên şehîd wiha ye:
Nasnav: Welat Semsûr
Nav û Paşnav: Mehmet Kûlbay
Cihê Jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dayik-Bav: Hanim – Abûzer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2016’an / Mêrdîn
Di 13’ê Tîrmehê de saet 22.30’an hêzên me li dijî stasyona bazê ya Turkcellê ku li ser rêya bajarokê Servî yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê bû, çalakiya sabotajê li dar xistin û ev stasyona bazê rûxandin.
Di 14’ê Tîrmehê de saet 06.00’an hêzên me kemîn danîn ber wesayîta ku ji qereqola Kotom a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê derdiket û bi çekên ferdî lê dan. Hejmara kûştî û birîndar ên dijmin nehat zelalkirin.
Di 13’ê Tîrmehê de saet 19.00’an hêzên me li dijî wesayîta bi tîpa Reo ya ku li mintiqa Kirê Sariksû ya girêdayî navçeya Ebex a Wan’ê obus hilgirtibû, bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistin. Ev wesayît hat derbkirin, hejmara leşkerên kîştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştre jî artêşa TC bi wesayîtên zirxî ve ji qadê kûştî û birîndarên xwe rakirin. Heman rojê danê êvarî, yekîneyên veşartî yên artêşa TC li gel pêgerên hewayî yên keşfê li qada Tendurek’ê dest bi operasyonekê kirin. Di 14’ê Tîrmehê de saet 17.00-20.00’an artêşa TC ji qereqola Kevirê Şamiyan qad da ber obus û hewanan. Operasyon hê jî didome.
Di 9’ê Tîrmehê li dijî qereqola Pay a Wan’ê çalakî hatibû lidarxistin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, serpelek û berbazekî li qereqolê jî hatine kuştin.
15 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG