HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 14'ê Tîrmehê de, bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevanan û bi piştgiriya balafirên keşfê yên bêmirov, li qada Şehîd Baran a li navçeya Amed Farqîn’ê operasyon hatiye destpêkirin Heman rojê saet di 05:00 de li nêzî gundê Dêrika Hemê Reşo di navbera hêzên me û leşkeran de şer qewimî. Di vî şerî de têkiliya me bi komek ji hevalên me qut bû. Her wiha, helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora gundên Mukurê, Mala Elîka, Sûltaniye û Mala Hirmo xistin. Wekî din, artêşa TC ji şêniyên li herêma operasyonê 20 kes binçav kir. Operasyon hînê jî dewam dike.

Di roja 15'ê Tîrmehê de saet di 14:15'an de, li ser rêya navbera Tûgaya Çelê û gundê Biyadirê yê navçeya Colemêrg Çelê, hêzên me li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî, ku di nava konvoyê de bû, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbeke giran li maşîna zirxî ket, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna sivîlên li ber tûgaya Çelê hatin qetilkirin, pêk hat.

Heman rojê saet di navbera 17:00-17:30 de, hêzên me bi çekên giran li leşkerên artêşa Tirk ên li derdora girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar a Gever’ê bi cih bûbûn, xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

16 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG