HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 15'ê Tîrmehê de saet di 17:30 de, hêzên me bi wesayîteke bombebarkirî çalakî li hemberî qereqola Kil a li navçeya Dersîm Qisleyê lidar xistin. Piştî ku wesayîta bombebakirî hat teqandin, bi çekên navîn û giran hêzên me li qereqolê xistin. Piştî vê çalakiyê li qereqolê û derdora wê şewat derket. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê werin bidestxistin, wê piştre bên parvekirin.

Di roja 16'ê Tîrmehê de saet di 18:00 de,gerîlayên me li hemberî qereqola Suveren a li navçeya Çewlik Dara Hênê çalakiyek sûîqestê lidarxistin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiya sûîqestê bi çekên ferdî ji li qereqolê hat xistin.

Di roja 14’ê Tîrmehê li navçeya Amed Ferqîn’ê operasyona artêşa TC dabu destpekirin di seatên şeva roja 16 Tîrmehêde paşve kişîya. Di roja 14 Tîrmehê saet 05.00 de di nezîkî gûndê Dêrîkê Hemê Reşo di navbera hêzên gerîlayên me û artêşa TC de şer qewimî. Di vi şerî de 2 hevalên me gîhîştin şehadete.
Nasnameyên gerîlayên me wîha ne:

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Agir Merdîn
Nav paşnav: Firat Bûlût
Cihê ji dayikbûnê: Merdîn
Dayik-Bav: Nîhayet - Aslan
Dem û cihê şehadetê: 14 Tîrmeh 2016 / Amed

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Cîyager Batman
Nav paşnav: Ramazan İmen
Cihê ji dayikbûnê: Elîh
Dayik-Bav: Sûltan - Omer
Dem û cihê şehadetê: 14 Tîrmeh 2016 / Amed

 

 

Hêzên gerîlayên me di 16'ê Tîrmehê de, li hemberî leşkerên li herêma 'Genîş Tepe' ya li Şemzînan’ê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de gerîlayên me ji nêz ve bi çekên ferdî li gir dan. Di encamê de 3 leşker hatin kûştin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hat lidarxistin.

Di roja 15'ê Tîrmehê de saet di navbera 15:00-16:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li Geliyê Hêzil ê li herêma Besta barandin.

Di 14'ê Tîrmehê, artêşa TC li bejahiya navçeyên Şax, Miks û Westan ên Wan’ê dest bi operasyonê kir. Operasyon roja 15'ê Tîrmehê de saet di 12:00 de bi rengekî têkçûyî qediya.

Ji 14'ê Tîrmehê û vir ve artêşa TC li herêmên Mêrdîn û Dêrik’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Operasyon hê dewam dike; agahiyên li ser operasyonê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

17 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG