Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Tîrmehê de saet 19:00’an artêşa TC bi alîkariya pêgerên keşfê ji navenda Mêrdîn heta bejahiya navçeya Dêrik’ê operasyonek da destpêkirin. Artêşa Tirk di vê operasyonê de hinek gir girtin. Her wiha artêşa Tirk bi zanabûn bejahiya Kolikê, Sêvê û Arban ên girêdayî navçeya Şemrex’ê jî şewatandin.
Di 17’ê Tîrmehê de hêzên me saet di 22:00’an de rêya Dersîm û Xarpêt’ê girtin û nasmame kontrol kirin. Her wiha li vir 1 TIR a aîdî dewletê jî hat şewitandin.
Di 9’ê Tîrmehê de saet di 12:00’an de li herêma Sînega ya girêdayî Agiri’yê, dema komek gerîlayên me diçin ser erka xwe li ser rê rastî leşkerên artêşa TC hatin û şer qewimî. Di şer de 2 hevriyên me bi şerekî qehremenî şehîd bûn. Wê têkildarî nasnameyên hevriyên me piştre agahî werin parvekirin.
Di 17’ê Tîrmehê de saet di 22:00’an de yekîneyeke me li hember stasyona bazê ya Turkcellê ku li gundê Turmen a girêdayî navçeya Bazîd a Agiri’yê bû, çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de stasyon hat îmhakirin.
Pêgerên bêmirov ên keşfê yên artêşa TC, 17-18’ê Tîrmehê li ser herêmên Zap, Garê û Xakûrkê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.
18 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG