Ji çapemenî û raya giştî re!
Di salên ku li Kurdistanê zilma mêtîngerî û dagirkeriyê bêperwa bûbû de, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê keleha berxwedanê ava kirin û meşeke nû ya dîrokî diyarî me kirin . Ev dîroka bi heybet a bi Mazlûm Dogan destpê kir, heta Kemal, Hayrî, Akîf, Alî Çîçek û Şervanan, têkoşîneke bêhempa ya berxwedanê afirand. Bi Mazlûm re meşvaniya azadiyê, bi Kemal re hevrêtiya ku di oxira jiyanê de dikare jiyana xwe ji dest bide afirî û xwe gihand mîlyonan mirovî. Bi hezaran gerîlayên ji PKK û Rêbertiya wê meşa berxwedan û serketinê hîn bûn, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd weke yekane rêya rasteqîn û jiyana bi rûmet pejirandin.
Hevalê Ararat ê di sala 2003'an de weke bersivek li komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo tevlî nava refên gerîla bû, di têkoşîna xwe ya demdirêj de ji aliyê bîrdozî û polîtîk ve xwe bi pêş ve xist, di asta fermandariyê de gelek erk û wezîfe bi ser xist. Heft hevalên me yên em şehadeta wan radigihînin, meşa serketinê ya serdemê, bi têkoşîneke mezin a berxwedanê, li qada bi rê ve birine.
Meha Tîrmehê ji demeke têkoşînê ya bi ruhekî bêhempa yê berxwedanê pêk tê. Heval Delîl Memanî (Bîlal Altintaş) ê ev têkoşîn bi ruhê fedayî yê Apoyî derxist asta nemiran, di 9'ê Tîrmehê de li hemberî qereqola dijmin a li navçeya Wan Erdîş’ê çalakiyeke fedayî pêk anî û gelek endamên hêzên dijmin kuşt.
Nasnav: Delîl Memanî
Nav paşnav: Bîlal Altintaş
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Makbûle-Sıddık
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tîrmeha 2016 / Wan
Hevalê me Dijwar Norşîn (Çetîn Yolaçan) li hemberî qereqola Kil a navçeya Dersîm Qisleyê çalakiya fedayî pêk anî û rêbazeke lêdanê ya Apoyî ya dijmin tarûmar kir, derxist holê.
Nasnav: Dijwar Samet
Nav paşnav: Çetîn Yolaçan
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Gulîzar-Ûbeydûllah
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2016 / Dersîm
Hevalê me Ararat (Zamanhan Kaya), hevalê Canfeda (Ferzende Mazlûmî) yê nû tevlî nava refên me bûbû, di 9'ê Tîrmehê de li qada Sînega ya Agiri’yê, dema bi erka xwe radibûn, li hemberî leşkeran şer krin û di encama berxwedaneke mezin de şehîd bûn.
Nasnav: Ararat Serhat
Nav paşnav: Zamanhan Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Sevîl-Fadil
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tîrmeha 2016 / Agirî
Nasnav: Canfeda Rojhilat
Nav paşnav: Ferzende Mazlûmî
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Dayik-bav: -
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Tîrmeha 2016 / Agirî
Di roja 15'ê Tîrmehê, artêşa TC li mintiqeya Geliyê Hêzil a li herêma Besta ya Şirnex’ê, bomberdûmaneke giran kir. Hevalê me Zerdeşt (Emîn Salar) ê bi erka xwe radibû, ji ber vê bomberdûmanê bi giranî birîndar bû û şehîd bû.
Nasnav: Zerdeşt Avaşîn
Nav paşnav: Emîn Salar
Cihê ji dayikbûnê: Îran
Dayik-Bav: Ferîbe-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Di roja 12'ê Nîsanê li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalên me Yerîvan (Şohret Şen) û Sarya (Evîn Îgîrcîk) li ber avê ketin û şehîd bûn.
Nasnav: Sarya Jiyan
Nav paşnav: Evîn Îgîrcîk
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Sûzan-Seyda
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Yerîvan Kiçî
Nav paşnav: Şohret Şen
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Fettah
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Di serî de hevrê Ararat, hevrêyên Dijwar, Delîl, Canfeda, Zerdeşt û Yerîvan û Sarya weke şopdarên ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê tevlî karwanê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bûne.
19 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG