HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa Tirk roja 18'ê Tîrmehê li derdora gundê Xirvatê yê navçeya Gever a Colemêrg’ê dest bi operasyonê kir û hêzên gerîlyên me yên zû bi operasyonê hesiyan li baskekî hêzên operasyonê xistin. Li vê derê leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk gule li gelê li vê derê reşand û ji ber vê gulereşandinê jinekê jiyana xwe ji dest da.

Di 17'ê Tîrmehê de saet di navbera 10:00-19:00 de, balafirên keşfê yên bê mirov 1 predator û 2 bayraktar, li ser qada Şehîd Rustem a li herêma Zap’ê firiyan. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla bi çekên giran li van balafirên keşfê yên bêmirov xistin. Di encama vê çalakiyê de balafirek keşfê ya bêmirov a bi tîpa bayraktar hat xistin, predator jî hat derbkirin. Artêşa TC saet di navbera 16:00-17:30 de obus û hawan avêt qada Şehîd Rustem. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêmê derket.

Di 18'ê Tîrmehê de saet di 6.00 de, hêzên me ji du baskan ve li hemberî qereqola Reşinê ya li navçeya Sêrt Dihê bi çekên giran û navîn çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerên li dora panzeran li hev kom bûbûn hedef hat girtin û 3 leşker hatin kuştin. Her wiha baskekî din ê çalakiyê jî li panzeran xist. Piştî çalakiyê qerqola Reşinê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand. Danê nîvro jî leşkeran erdê li derdora qereqolê şewitandin.

Berêvarî artêşa TC'ê li qadê operasyon da destpêkirin. Li dijî hêzên operasyonê hêzên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiya bi ser 4 leşkeran de, her çar leşker jî hatin kuştin. Ev çalakiya ku hat kirin ji bo bîranîna Şehîd Bedran Koçer bûye.

Di 17'ê Tîrmehê de saet 04.45'an hêzên me xwestin têkevine qereqola Samanê ya girêdayî navçeya Piyaran a Elezîz’ê. Di vê çalakiyê de leşkerên qereqolê ji mesafeyeke nêzîk derb xwarin. Di encama çalakiya bibandor de 4 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd ên li Farqîn a Amedê hat kirin.

Di 17'ê Tîrmehê de saet 17:00’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser stasyona bazê ya li qada Degîrmendere ya girêdayî Skenderûn a Hatay’ê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev stesyona bazê hat tinekirin.

19 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG