HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 19’ê Tîrmehê de saet di 16:20’an de gerîlayên me li hember konvoyeke erzaq û leşkeran ku ji bo qereqola Amûdka ya girêdayî navçeya Xozat a Dersim’ê diçû çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ji 2 baskan ve çalakî hat kirin û 3 wesayît hatin hedefkirin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê 2 helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Cîlo ve ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku di demên dawî de şehîd bûne hat lidarxistin.

Artêşa Tirk li herêma Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amed’ê operasyonek li dar xist. Di 14’ê Tîrmehê yekîneyeke gerîlayên me bi leşkerên beşdarî operasyonê bûne re şer kirin, di vî şerî de 3 hevriyên me gihiştin yekîneyên xwe û 1 hevriyê me jî di vî şerî de şehîd bû.

Nasnameya gerîlayê me wiha ye:

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Serhildan Şiwan
Nav û Paşnav: Mûhîttîn Yuksek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Hediye- Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/14’ê Tîrmehê

 

 

Di 20’ê Tîrmehê (îro) de saet 05:00’an gerîlayên me li hember qereqola Qenexder a girêdayî Bedlîs’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiya li hember komeke leşkeran de, gelek leşker hatin kuştin û birîndarbûn, lê jimara wan nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi tankan derdora qereqolê bombe kirin.

Di 19’ê Tîrmehê de saet 11:30’an gerîlayên me li hember qereqola Dûrê a girêdayî Şemzînan’ê ya Colemêrg’ê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê derdora xwe bi obus û hewanan bombe kir.

Di 18’ê Tîrmehê de saet 23:00’ê şevê pêgerên keşfê yên bêmirov li ser herêma Xakûrkê tevgeriyan. Ev tevgera hewayî heta 19’ê Tîrmehê saet 19:30’ê şevê dewam kir.

Di 19’ê Tîrmehê de saet di navbera 18:30- 19:00’an de balafirên şer herêma Zerzan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de di bejahiyê de şewat derket. Nûçeyên medyaya Tirk a ku dibêjin di encama bombekirinê de gerîlayên wan şehîd bûne hemû bêbingeh û derew in.

Di 19’ê Tîrmehê di saetên şevê de pêgerên keşfê yên bêmirov li ser herêmên Gabar a girêdayî Şirnex, girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser herêmên Qendîl, Garê û Avaşîn re jî tevgerên zêde pêk anîn.

20 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG