Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Tîrmehê de saet 10.45’an leşkerên artêşa TC ji alaya Garê ya li qada Şemzînan a Colemêrg’ê derketin û hewl dan rê kontrol bikin. Hêzên me li ser vê tevgera leşkeran çalakiya sûîqestê li dar xistin û 2 leşker kuştin.
Di 20’ê Tîrmehê de saet 21.00-22.00’an hêzên me li dijî konvoyek leşkerî ku mabeyna qereqola Şapatan a li qada Şemzînan’ê û qada Eldê tevdigeriya, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya Ejder hat derbkirin; hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
19’ê Tîrmehê saet 16.30’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî qereqola Grana ya li qada Şemzînan a Colemêrgê û qereqola Tepê Çete bi çekên giran û navîn çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek topên hewanê li qereqola Grana ketine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qada Govendê bombe kir.
Di 20’ê Tîrmehê de saet 20.30-21.30’an yekîneyek gerîlayên me ku dema di navbera Şirnex-Sêrtê diçûn wezîfeyê bi leşkeran re hevrû bûn û şer qewimi. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd bû. Dema agahiyên nasnameya gerîlayê me hatin zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Di 20’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên me mabeyna qadên Geliyê Hespo û Geliyê Bombat ên girêdayî navçeya Şîrwan a Sêrt’ê li dijî POH’an çalakiya sabotajê li dar xistin. Piştî 2 wesayîtên sivîl ên polîsan ketin qada çalakiyê, 2 pisporên îmhakirina bombeyan jî xwestin menfeza li rê kontrol bikin. Piştî pisporên îmhakirina bombeyê ketin menfezê, hêzên me çalakî li dar xistin. Li vir 2 wesayîtên sivîl ên polîsan bi temamî hatin îmhakirin; 2 pisporên îmhakirina bombeyan û 5 POH hatin kuştin. Piştî çalakiyê, dijmin kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve ji qadê dûr xist. Ev çalakî li dijî tecrîda li hember Rêbertiya me tê meşandin hat lidarxistin.
Di 20’ê Tîrmehê saet 11.45’an li qada Şêx Cûma ya girêdayî Bedlîs’ê hêzên me li dijî stasyonên bazê yên Tûrkcell, Avea û Vodafone çalakiya sabotajê li dar xistin û stasyonên bazê îmha kirin.
Di 20’ê Tîrmehê de saet 22.00-23.00’an hêzên me li nêzî gundê Hesyan ê li ser rêya Çewlik-Erzirom’ê rê xistin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de dest danîn ser hin wesayîtên şîrketa Înter Înşaat ku nêzî AKP’ê ne. Tevî ev şîrket bi çendan caran hat hişyarkirin jî; ev şîrket bi wesayîtên xwe yên sivîl ve li qadê dijmin derdixe operasyonan. Hêzên me 2 wesayîtên sîlîndîr û wesayîteke ku avê li asfaltê direşîne bi şewitandinê îmha kirin.
21 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG