Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Tîrmehê di danê êvarî de saet 17.00’an hêzên gerîlayên me li dijî konvoyek leşkerî ku ji Çelê diçû Colemêrg’ê, li nêzî gundê Mebûkê çalakî li dar xistin .Tevgera konvoyê cih bi cih bi kontrolên leşkeran ên rê ve dom dikir, di wê demê de hêzên me li van leşkeran dan. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kûştin, leşkerek jî birîndar bû. Dîsa wesayîtên zirxî ya Kîrpî û 2 Akrep jî bi roketan hatin derbkirin. Ev wesayîtên derbkirî demek dirêj di kontrola hêzên gerîlayên me de man. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin, ji Colemêrg’ê hêzên teqwiye hatin û ev wesayît ji qada çalakiyê dûr xistin.
Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd ku demên dawî de li Colemêrg’ê gihiştin şehadetê hat lidarxistin.
Li qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê leşker ketin nav tevgerek zêde. Leşkerên ku hewl didan çeperên nû çêbikin, ji aliyê gerîlayên me hatin hedefkirin, lê hejmara zelal a kuştiyan nehat bidestxistin. Îro ji danê sibehê saet 06.10’an heta 06.30’an qereqola Bîlîcanê, qada Dola Kinyaniş, saet ji 07.30’an heta 07.50’an jî girê Şehîd Colemêrg bi obusan bombe kir
Di 21’ê Tîrmehê de artêşa TC li mintiqa Şapatan a girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê dest bi operasyonekê kirin. Hêzên me ku danê sibehê saet 05.30’an hêza operasyonê ferq kirin û komek xistin bin kontrola xwe. Saet 17.00’an li dijî leşkerên ku xwe amade dikirin ji Şapatanê ber bi mintiqa Nehrî biçin, çalakî lidarxistin, hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Her wiha, komek din a operasyonê jî saet 19.45’an dema ber bi qada Sênala xwe dikşandin; hêzên me çalakî li dar xistin û ji mesafeyek nêz li leşkeran dan. Li vir 3 leşker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû. Di domahiya operasyonê de artêşa TC li her qada ku derbas kirine agir berdan eraziyê. Ev operasyon saet 20.00’an vekişiya.
Di 22’yê Tîrmehê de saet 08.00-08.30’an dema cerdevanên gundên Qadana û Katûna yên li qada Şemzînan’ê ji qereqola Tepê Çeta malzeme dikşandin; hêzên me bi armanca hişyariyê gule reşandin.
Di 21’ê Tîrmehê de saet 09.00’an dema komek gerîlayên me mabeyna navçeyên Midyadê ya Mêrdîn’ê û Hezex a Şirnex’ê diçûn wezîfeyê li nêzî gundê Sarê tevgera dijmin ferq kirin. Li dijî dijmin ku bi wesayîta sivîl tevdigeriyan çalakî li dar xistin. Piştî wesayît hat derbkirin, sekinî. Li vir hejmara dijminên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky kûştî û birîndarên xwe rakirin.
Di 21’ê Tîrmehê de saet 17.45’an hêzên me li dijî qereqola Serxetê ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar li vir nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkeran qadên derdora xwe dan ber obus û hewanan.
Di 21’ê Tîrmehê de saet 19.30’an hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li girê Şûxa yê li qada Garisa ya Sêrt’ê çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin.
Di 22’yê Tîrmehê saet 07.00’an hêzên me li dijî stasyonek bazê ya li gundê Kiyê ya girêdayî navçeya Pasûr a Amed’ê çalakiya sabotajê li dar xistin û stasyona bazê îmha kirin.
22 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG