HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 22’yê Tîrmehê de saet 15.00-19.00’an hêzên me li rêya mabeyna Dersîm-Erzîngan’ê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di çalakiyê de ku gelek wesayît kom bûn , nasname hatin kontrolkirin û der heqê pêvajoyê de gel hat agahdarkirin. Her wiha hêzên me 6 wesayîtên aîdî saziyên dewletê jî şewitandin. Piştî çalakiyê, saet 21.00’an artêşa TC qadên derdor da ber obus û hewanan. Rê hê jî di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

Di 22’yê Tîrmehê de saet 18.00-20.00’an hêzên me rêya mabeyna navçeyên Berwarî ya Sêrt’ê û Şax a Wan’ê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di vê çalakiyê de nasname hatin kontrolkirin, têkîldarî pêvajo agahî hatin dayîn.

Di 22’yê Tîrmehê li dijî leşkerên li qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Payîzava ya Wan’ê, gerîlayên me çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 21’ê Tîrmehê hêzên gerîlayên me li qada Mawa ya li derdora çiyayê Gabar a Şirnex’ê, di navbera gundên Erenzê û Bacinî de li dijî stasyona bazê ya Aveayê çalakiyek sabotajê li dar xistin û ev stasyona bazê îmha kirin.

Di 22’yê Tîrmehê de saet 19.00’an artêşa TC qada Çiyayê Bizina ya girêdaya qada Gabar a Şirnex’ê da ber obus û hewanan.

Operasyona berfireh a artêşa TC ku li navçeya Licê ya Amedê li dar xistibû bi fiyaskoyek mezin bi encam bibû û detay bi awayekî berfireh ji raya giştî re hatibûn ragihandin. Di vê operasyonê de gelek çalakî hatin lidarxistin û cih bi cih jî şer qewimîn. Di domahiya operasyonê de me dabû xuyakirin ku 7 hevalên me gihiştine şehadetê. Hejmara hevalên me yên şehîd ên vê operasyonê 6 in. Me gerîlayê xwe yê bi navê Şervan Penaber (Ridvan Ozer) jî wek şehîd îlan kiribû. Lê, agahî hat ku dema şer de ketiye dest dijmin.

Di vê operasyonê de hin cenazeyên gerîlayên me ketin dest dijmin, ji ber vê jî tevlîheviyek bi vî awayî çêbûye.

Di 22’yê Tîrmehê saet 18.30-18.45’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gundê Zengil ê girêdayî herêma Garê bombe kirin. Di vê bombekirinê de bax û baxçeyên derdora gund zerar dîtin.

Di 20’ê Tîrmehê de saet 20.30-21.30’an komek gerîlayên me li rêya Şirnex-Sêrt’ê bi dijmin re hevrû bûye û şer derketiye. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd bû.

Hevalê Rodî ku li derdorek welatparêz mezin bûye û bi vî cewherî ve tevlî bûye, aniye ziman ku di şertên herî zor de jî girêdana hevaltî ya PKK’ê ew gelekî bandor kiriye û berê wî daye têkoşîna bi israr. Hevalê Rodî ku di qadên zor û zehmetî yên têkoşînê maye û wezîfe bi cih anîne, bi zanebûn û pêşketina xwe ve gelek wezîfeyên girîng meşandiye û heta roja şehadetê jî bi vî ezmî şer kiriye. Em hevalê xwe Rodî yê meha Tîrmehê şehîd ketiye bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe nû dikin ku em ê şodarên bi biryar ên têkoşîna wî bin.”

Nasnameya gerîlayê me wiha ye:

rodi adem_small

 

 

 

Nasnav: Rodi Şoreş
Nav Paşnavı: Adem Abukan
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Zahîde – Dervîş
Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Tîrmeha 2016’an / Şirnex



23 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG