Ji çapemenî û raya giştî re!
Mezinahiya ruhê berxwedanê yê tevgera PKK'ê, vediguhere çalakiya bi heybet a şervanên bi bi rêbaza berxwedana fedayî bi ser dijmin ve dimeşe û dijmin ji hev dixe. Hevalê me Mahîr ê ev mezinahiya vînê li Amedê nîşan da, mîrateya ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê dewr girt, bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve meşiya û derbên giran li dijmin xist.
Di roja 21'ê Tîrmehê saet di 22:00 de, hevalekî me ji bo wezîfeyekê li taxa Fevzî Çakmak a li navenda Amed Erxeni’yê li malekê bû. Dijmin xwest bavêje ser vê malê. Li ser vê yekê, hevalê me Mahîr Amed li hemberî polîsên POH şer kir. Di vî şerî de 3 polîsên POH hatin kuştin. Piştî vê derba giran, gelek polîs û leşkerên POH û JOH hatin cihê bûyerê. Şerê li vê derê heta danê sibehê saet di 08:30 dewam kir. Di heman demê de 4 leşkerên JOH'ê jî hat kuştin. Hevrêyê me Mahîr Amed, ku heta serê sibehê şer kir, piştî ku cebilxaneya wî qetiya, pîmê bombeya xwe kişand û bi rengekî fedayî ket nava polîsên POH. Ji polîs û leşkerên JOH û POH ên şoq bûn, gelek kuştî çêbûn û 5 endamên POH'ê birîndar bûn. Hevrêyê me Mahîr Amed, di encama vê çalakiya xwe ya bi ruhê fedayî pêk anî, şehîd bû.
Nasnameya gerîlayê me wîhayê:
Nasnav: Mahîr Amed
Nav paşnav: Menderes Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Erxenî
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Tîrmeha 2016 / Amed
Hêzên me di 23'ê Tîrmehê de saet di 09:00 de, ji du baskan ve li qereqola Durê ya li qada Şemzînan a Colemêrg’ê xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê çeperên li hundirê qereqolê hedef girt û di encama derbên xurt de 3 leşker hatin kuştin. Baskê din ê çalakiyê jî li maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra xist. Piştî çalakiyê, qereqola Durê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
Di roja 23'ê Tîrmehê saet di 06:30 de, hêzên me li hemberî qereqola Guzêkurkê ya li Şirnex’ê çalakiyek pêk anîn. Bi çekên giran û ferdî li qereqolê hat xistin, lê hejmara kûştî û birîndaran nehat zelalkrin. Li dû çalakiyê qereqolê gule li derdorê reşand û ji ber vê yekê şewat derket. Şewata li vê herêmê hê dewam dike.
Di roja 23'ê Tîrmehê de saet di 11:00 de, hêzên me li hemberî treneke bar a dewleta TC, li navçeya Qelqelî ya Wan’ê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de tren hat îmhakirin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kir.
Di 23'ê Tîrmehê, gerîlayên me li hemberî xeteke ceyranê ya ji bendava Keban’ê ya li navbera Elezîz-Dersîm’ê diçe Azerbaycan’ê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encamê de ev xet bi temamî hat îmhakirin.
Hêzên me di 22'ê Tîrmehê de, dest danîn ser du wesayîtên fîrmaneke li qereqola Çanbûlak a Dersîm’ê karê sondajê dikir. Karkerên ji fîrmaya Benlî Muhendîslîk re dixebitin jî hatin hişyarkirin.
24 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG