Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 24'ê Tîrmehê de saet di 19:00 de, hêzên me li hemberî qereqola Sevgelî ya navçeya Gexî ya Çewlik’ê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 kulûbeyên li nava qereqolê hedef hatin girtin û her du jî hatin rûxandin. Hat tespîtkirin ku 2 leşker hatin kûştin, lê hejmara kûştî û birîndarên leşkeran zêdetir e. Artêşa TC piştî çalakiyê, bi desteka cerdevanan kûştî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl rakir.
Hêzên me di 24'ê Tîrmehê de saet di navbera 13:00-20:00 de rêya Dersîm-Erzîngan’ê kontrol kirin. Hêzên me li vê derê nasname kontrol kirin û di heman demê de li ser pêvajoyê agahî da gel. Gerîlayên me qemyonek fîrma Efehan Nakliyat a ji AKP'ê re dixebite, şewitand. Danê êvarê, artêşa TC obus û hawan avêt mintiqeya derdorê.
Di 23'ê Tîrmehê, hêzên me li hemberî xeta elektrîkê ya ji bendava Keban a Elezîz’ê diçe Azerbaycan’ê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de ev xet bi temamî îmha bû. Hêzên me di heman demê de karkerên li vir hişyar kir û ew serbest berda.
Di 24'ê Tîrmehê saet di 07:30 de hêzên me 7 kesên li gundê Nîvila yê navçeya Dihê ya Sêrt’ê dar dibirîn binçav kirin û piştî ku ew hişyar kirin, serbest berdan. Hêzên me beriya niha jî ev karker hişyar kiribûn, lewma vê carê dest danîn ser malzemeyên wan û şewitandin.
25 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG