Ji çapemenî û ray agiştî re!
Di roja 25'ê Tîrmehê di danê nîvro de, hêzên me li nêzî gundê Koberî yê navçeya Mêrdîn Dêrik’ê, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder çalakiya sabotajê lidar xistin . Di encama vê çalakiyê de maşîna zirxî îmah bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 4 polîsên POH hitn kûştin, 5 polîsên POH jî birîndar bûn. Agahiyên nû li ser encamên çalakiyê bên bidestxistin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me di roja 24'ê Tîrmehê li hemberî 5 qereqolên li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çalakiyeke berfireh lidar xistin. Saet di 05:30 de hêzên me bi çekên giran û ferdî li qereqola Karataş’ê xistin. Di encama vê lêdanê de 2 leşker hatin kûştin. Di heman demê de derbên bi bandor li leşkerên li dora tankek li qereqola 49'an hat xistin. Li vir jî leşkerek hat kuştin.
Li hemberî qereqola Girê jî bi çekên giran çalakî hat lidarxistin û leşkerek hat kuştin. Wekî din qereqolên Êrîş û Tepê Ortê hedef hatin girtin. Li vir 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di encama van çalakiyan de bi giştî 6 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Ronî Siyabend hat lidarxistin.
Hêzên me di 8'ê Tîrmehê de li ser xeta Oremar-Şemzînan’ê çalakiyeke berfireh pêk anî bûn. Hevaleke me ya di dema vê çalakiyê de pêwendî pê re qut bû, şehîd bû.
Nasnamaye hevala me ya şehîd bi vî rengî ye:
Nasnav: Rûken Cûdî
Nav paşnav: Nûrê Aybî
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asya-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016 / Oremar
26 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG