HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 26’ê Tîrmehê de saet 17.00-18.30’an hêzên me li sêgoşeya navçeya Xîzan’ê ya Betlîs’ê, Berwariy Sêrt’ê û Miksa Wan’ê rê xistin bin kontrola xwe . Hêzên me li vir der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin û nasname seh kirin. Di vê çalakiyê de dest danîn ser 2 keleş û 10 şarjorê cerdevanan û ew hatin hişyarkirin. Her wiha li vê derê wesayitekê xwestiye vegere û bi armanca ku dengê xwe lê bikin, lê hatiye reşandin. Piştî çalakiyê artêşa TC ji navenda navçeya Xîzan’ê heta bi gundê Xeyda ya girêdayî navçeyê operasyon da destpêkirin. Operasyon heman rojê bê encam hat qedandin.

Di 26’ê Tîrmehê de saet 08.00’an hêzên me, li Farqîn a Amed’ê êrîş birin ser leşkerên ku ewlekariya bendavê digirtin. Li devereke ku gelek leşker lê kom bûbûn, efsereke ji hêla hêzên me di encama çalakiya suîkastê de hat kuştin. Piştre jî hêzên me bi çekên ferdî li leşkeran reşan, 1 leşker hat kuştin û 2 jê bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê qada çalakiyê bi obus û hawan û tangan bombe kir. Artêşa TC’ê kûştî û birîndarên xwe bi 5 ambûlans û bi helîkoptêreke tîpa Skorskyê rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku di operasyona Farqîn’ê de şehîd bûn, hat kirin.

Di 26’ê Tîrmehê de saet 03.30’an hêzên me , li qada Qeymeqam a Kaniya ku girêdayî Şemzînan a Colemerg’ê , bi ser wesayîta zirxî ya bi tîpa kirpî ya artêşa TC çalakiyeke sabotajê li darxistin. Di vê çalakiyê de wesaiyat zirxî derb xwar lê zelal nebû ku çend leşker hatin kûştin û birîndar bûne. Piştî çalakiyê leşkeran bi tofelaqî li derdorê reşandin. Her wiha dijmin kûştî û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneya Şemzînan’ê û ketin û derketina nexweşxaneyê qadexe kirin.

27 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG