Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Tîrmehê de saet 19.15’an hêzên me li dijî qereqola Xirvatê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyek li dar xistin . Di vê çalakiyê de hevalê me Rênas bi wesayîta bombebarkirî ve çalakiyek bi tarzekî fedaî wesayît bi qereqolê teqand. Heman demê hêzên me jî ji 5 baskan li qereqolê dan. Li qereqolê 2 kule îmha bûn; gelek wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin, lê gelek ambûlansan kûştî û birîndar rakirin. Di vê çalakiyê de hevalê me Rênas bi awayekî fedaî çalakî li dar xist şehîd bû.
Nasnav: Rênas Cûdî
Nav û Paşnav: Emrah Gunce
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik- Bav: Gulîzar – Şaban
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tîrmeha 2016’an / Colemêrg
Di 26’ê Tîrmehê de saet 16.30’an hêzên me li dijî girê Tûgaya Şirnex’ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ku çekên giran û ferdî hatin bikaranîn, agir bi çadirekê girt. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC, Deriyê Meydana û Deriyê Berroja da ber obus û hewanan.
Di 27’ê Tîrmehê de artêşa TC li qada ku Deriyê Meydana û Deriyê Berroja digire nav xwe operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li dijî leşkerên derketine operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Operasyon hê jî dewam dike.
Di 27’ê Tîrmehê de saet 12.45’an hêzên me ji 3 baskan ve bi çekên giran li leşkerên mabeyna girên Şehîd Rahîma û Şehîd Zerdeşt ên li qada Oremar’ê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 26’ê Tîrmehê de saet 17.00-18.30’an hêzên me li sêgoşeya navçeya Xîzan a Bedlîs’ê, Berwarî ya Sêrt’ê û Miks a Wan’ê nasname kontrol kirin. Hêzên me li vir heman rojê heta 27’ê Tîrmehê saet 17.00’an kontrola rê berdewam kirin. Hêzên me der heqê pêvajoyê de agahî dan gel, kontrolên nasnameyan jî kirin. Dîsa hêzên me li vir dest danîn ser tabancayek cerdevanekî. Piştî hişyariyê cerdevan hat berdan. Di domahiya çalakiya rê de hêzên me 2 çekên kleşê, 10 jerjorên wê, 300 guleyên wê, 2 êlekê êrîşê û tabancayek desteser kirine.
Ev demek e artêşa TC li gundên Hespinekê, Şevekê, Marças û Ziyaretê yên girêdayî navçeya Erdîş a Wan’ê kemînan datîne. Her wiha komek kontra jî bi cilên hêzên me ve digerin.
28 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG