HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Yekîneyên dagirker ên ku li Kurdistanê komkirinên leşkerî didomînin, kuştiyên zêde didin, lê medyaya şerê taybet wek ev şer û kuştî nînin tevdigere .

Di 27’ê Tîrmehê de saet 22.00’an hevalê me Xebat li dijî qereqola Polîsên Tîmên Taybet a Depîn a di têketina Colemêrg’ê de bi wesayîtek bombebarkirî ve çalakiyek fedaî li dar xist. Dema 15 leşkeran hewl dan bikevin wesayîtan wesayît hat teqandin. Bi teqînê 3 kule hilweşiyan, wesayîtek panzer bi teqandinê re şewitî û pêşiya avahiya qereqolê hilweşiya. Di ve çalakiyê de 15 POH hatin kûştin, 15 POH û 15 leşker bi giştî 28 kes jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC heta 28’ê Tîrmehê saet 10.00’an têketina Wan, Gever û Çelê li sivîlan qedexe kir. Dijmin, kûştî û birîndarên xwe rakirin nexweşxaneyên li Colemêrg û Gever’ê.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Rêber Amed, Çiyager Rênas û hevalên me yên di demên dawî de şehîd bûne hat lidarxistin.

Heval Xebat her ku di lêgerînên azadiyê de bi israr meşiya, PKK û Rêbertî nas kir, soza kîlîtbûna têkoşînê da û tevlî refên gerîla bû. Hevalê Xebat ku xwe bi felsefeya Rêber Apo ya jiyana nû û mirovê azad perwerde û xurt kir, têgihişt ku xwe ji bo gelê xwe fedakirin tijî nirxên mezin in.Bi vê zanebûnê ve girêdana xwe ya bi nirxên azadiyê nîşan daye û bûye xwedî seknek wisa ku destana qehremantiyê nivisiye.

xebat ejder_small

 

 

 

Nasnav: Xebat Aktepe
Nav û Paşnav: Ejder Ecer
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Meliha – Reşit
Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2016’an /Colemêrg

 

 

Di 28’ê Tîrmehê de saet 14.20’an li ser sînorê Şemzînan’ê, dema ku konvaya leşkerî ji Qereqola Mamreşê ber bi Rûbarok’ê ve diçû, gerîlayên me êrîş birin ser. Wesayîta 1 Reo ku tê de 15 leşker hebûn bi çalakiya sabotojê hat tertûbelavkirin, hêzên me ji du baskan bi çekên giran êrîş birin ser qereqola Mamreş’ê. Li qereqola ku ji gelek rokêtavêjan re bû hedef gelek leşker hatin kuştin.

Di çalakiyê de bi diyarî 15 leşker hatin kuştin, lê çapemeniya şerê taybet a TC’ê kuştiyan vedişêre. Ev bi temamî derew e û bi mebesta bincilkirina rastiyan e. Ev çalakiya ku bi serkeftî pêk hat, bi mebesta bîranîna hevreyên me ne ku li kaşê Şehîd Gafur şehîd bîbûn.

Di 28’ê Tîrmehê saet 13.00 û 17.00’an artêşa TC’ê ji qereqola Oremar’ê ya girêdayî Gever a Colamerg’ê, qadên Şehîd Rahîma bi obûs û hewanan bombe kir.

Di 28’ê Tîrmehê ji 15.10’an heya bi 21.00’an balafirên bê mirov li Qadên Medya ên Parastinê, li ser herêma Avaşîn’ê keşf kirin, îro serê sibehê balafireke dî ya keşfê li ser qadê diçe û tê.

Di 25’ê Tîrmehê nîvro, li nêzî gundê Kozberî yê Dêrik a Mêrdîn’ê hêzên me bi ser wesayiteke tîpa Ejder de çalakiyeke sabotajê li dar xistin û di encamê de li gorî agahiyên dawî 8 POH hatin kuştin.

Di 28’ê Tîrmehê de saet 23.00’an bi ser stesyona bazê ya Turkcellê ya li nêzî gundê Kîwexê ya Sêrt’ê û xeta internetê de çalakiyeke sabotajê hat li dar xistin û stesyona bazê bi temamî hat têkbirin.

Di 28’ê Tîrmehê li qada Şehîd Mizgîn a Betlîs’ê artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye û li hawîrdorê kemîn vedane. Di 29’ê Tîrmehê de saet 00.30’an piştî ku ji hêla hêzên me ve hat dîtin ku kemîn têne vedan şerekî dem kurt di navbera yekîneya me ya gerîla û leşkeran de çêbû. Li vir jî hijmara leşkerên kûştî û birîndar bi temamî zelal nebû.

Di 27’ê Tîrmehê de saet 06.00’an artêşa TC’ê li mintiqeey Deriyê Berroja û Deriyê Meydanê ya Besta ya Şirnex’ê operasyon daye destpêkirin û operasyon hê jî berdewam dike.

29 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG