Ji çapemenî û raya giştî re!
Di nav çarçoweya eperasyona Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe, di 29’ê Tîrmehê de saet 17.15’an hêzên me, li ser rêya Çelê-Colemerg’ê çalakiyeke êrîşê bi ser kaşekî de anîn ku 50 çeteyên Tevgera Taybet lê bi cih bûbûn.
Di ve çalakiyê de, ji du baskan ve çalakiyên hîkar pêk hatin, 5 mewzî bi temamî hatin rûxandin, di nav nîv saetê de kontrola vê derê ket destê gerîlayên me. Gerîlayên me yên ku bi ser 15 termên dijmin de çûyî, 1 çeka balafirxist û gelek çekên şewitî, 1 çeka BKC’yê û zincîra wê, 1 çeka HK-33(melez) û dûrbîn, 1 dûrbîna rojê û 1 bêtêla biçûk ji mewzîyan rakirin. Di ve çalakiyê de ji 25’an zêdetir JOH birîndar bûn û hatiye dîtin ku gelek tîmên taybet xwe avêtine çemê Zap’ê.
Di nîv saetê de ji ber ku mewzî ketin destê gerîlayên me dijmin şaşo maşo bûye û gelek windahî dan. Di vê çalakiyê de ku ji bo bîranîna Şehîd Dilşad, Şehîd Bêrîtn û ji bo gerîlayên me yên ku li Wan’ê şehîd bûn, gerîlayên me bi awayekî sax û silamet gihaştin cihên xwe û ji cihê qadê dûr ketin.
Dagirkerên ku kûştî û birîndarên xwe rakirin Colemerg’ê, tevahiya şevê bi balafirên şer derdor bombe kirine.
30 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG