HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 29’ê Tîrmehê de saet 18:30’an gêrîlayên me; li hember leşkerên TC a li devera girê Siyaxelat a ku dikeve herêma Kaniya Kaymakam a li devera Şemzînan a Colemrêg’ê çalakiyekî veşartî pêk anîn. Li vir bi çekên ferdî û navîn çeperek kirin hedef û bi awayekî xurt lêxistin, 4 leşkerên di çeperê de hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dewleta TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji herêmê rakirin.

Di 29’ê Tîrmehê de saet di navbera 14:00-16:00’an de gerîlayên me li hember leşkerên ku li devera Şapatan û navçeya Şemzînan’ê dewriye digeriyan çalakiyekî sekvaniyê li dar xistine. Li vir jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 29’ê Tîrmehê de saet di navbera 22:00-22:30’an de li devera Şapatan li hember wesayîtkî zirxî ya bi tîpa Akrep a li herêma Şemzînan a Gever’ê çalakiyek bi çekên navîn û ferdî hat li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Di 30’ê Tîrmehê de saet di navbera 05:00-08:30’an de gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC a ku li derdora girên Şehîd Rehîme, Şehîd Zafer û Leylek’ê yê girêdayî herêma Oremar a li navçeya Gever a Colemrêg’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC deverên Girê Sor, Girê Şehîd Rehîme û Girê Şehîd Dîren bi obus û hewana bombe kirin.

Di 29’ê Tîrmehê de saet 21:00’an gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC a ku li derdorî Girê Şehîd Hozan ê li herêma Bînbîr a navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyekî veşartî li dar xistin. Ev çalakî vegeriya şer û şer heta 30’ê Tîrmehê saet 06.00’an berdewam kir. Têkildarî detayên çalakiyê wê piştre agahî bi raya giştî re were parvekirin.

Di 29’ê Tîrmehê de saet 10:00’an artêşa TC li derdora gundê Heciya Kurda ya girêdayî navçeya Bismil a Amed’ê operasyonek da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de gerîlayên me li hember 2 wesayîtên kobra yên zirxî di saet 12:15’an de çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Wesayîtekî kobra hat îmahkirin û gelek leşker hatin kutştin. Têkildarî vê çalakiyê wê detayên zêde piştre bên parvekirin. Operasyona ku li herêmê hê jî dewam dike.

Di 28’ê Tîrmehê de saet 04:00’ê sibehê artêşa Tirk li gundên Bamidê, Atxê, Zivingê, Serêkanî, Quzo, Xerb, Sitilikê û Ûrikê operasyonek dan destpêkirin. Di vê operasyonê de komên kontra cilên gerîla li xwe kirin, di 29’ê Tîrmehê jî operasyona ku beşekî wê vekişiyayî lê hê jî yekîneyên wan ên veşartî li herêmê mane.

Di 28’ê Tîrmehê de saet 19:30’an hêzên me li hember leşkerên ku li nîzamiyeya qereqola Mila Gûrya a li herêma Cûdî ya Şirnex’ê çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û leşkerek jî hat birîndarkirin.
30 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG