HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya operasyona Şoreşger Şehîd Xebat Aktepe de di 29’ê Tîrmehê de saet 17:10’ê şevê gerîlayên me li hember dû girên ku leşker lê bi cih bûne yên di navbera gundên Davûşa û Seyîdan ê li ser rêya Colemêrg –Çelê çalakiyên hemwext li dar xistin.

Encamên çalakiya li hember girekî duh encamên wê hat parvekirin. Yekîneyên me yên din li hember girê ku leşkerên JOH lê hatibûn bi cih kirin çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiya ku bi du aliyan ve 6 çeperên veşartî bi temamî hatin îmhakirin. Di encama lêdanekî xûrt a yekîneyên me di encamê de 21 JOH hatin kuştin. Di vê çalakiyê de 17 cenaze bi awayekî zelal hatin dîtin, li vir hewanekî 60 mm, çeka BKC, 2 çeka HK-33 melez hatin desteserkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC, bi balafirên şer herêm bi awayekî dijwer bombe kirin. Ev çalakî li ser bîranîna hevriyên me Azad Sîser û Çekdar Amed hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 hevriyên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Dema ku nasnameyên hevriyên me zelal bûn wê bi raya giştî re were parvekirin.

 Di 29’ê Tîrmehê de saet 21:00’an gerîlayên me li hember leşkerên ku li derdora girê Şehîd Hozan ê li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Çelê ya Colemrêg’ê bi cih bûne çalakiyekî veşartî li dar xistin. Ev çalakî vegeriya şer û şer heta 30’ê Tîrmehê saet 06:00’an dewam kir. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Di şerê li vir de 3 hevriyên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Nasnameyên 3 gerîlayên me wiha ne:


sehit diljin

 

 

 

Nasnav: Diljin Colemerg
Nav û Paşvan: Leyla Dûrmûş
Cihê û Dîroka Jidaryikbûnê: Colemrêg
Navê Dayik-Bav: Hanîfe – Omer
Cih û Diroka Şehadetê: Colemêrg -29 ‘êTîrmeha 2016

 

 

 

 

hiwa ibrahim_small

 

 

 

Nasnav: Hîwa Hewreman
Nav û Paşvan: Îbrahîm Edvey
Cihê û Dîroka Jidaryikbûnê: Hewreman
Navê Dayik-Bav: Amîne – Ahmet
Cih û Diroka Şehadetê: Colemêrg -29’ê Tîrmeha 2016

 

 

serhildan hozan_small

 

 

 

Nasnav: Serhildan Rojava
Nav û Paşvan: Hozan Abdûlazîz Haddû
Cihê û Dîroka Jidaryikbûnê: Dirbesiye
Navê Dayik-Bav: Dûrfen – Abdûlaziz
Cih û Diroka Şehadetê: Colemrêg 29’ê Tîrmeha 2016

 

 

Di 29’ê Tîrmehê de saet 19:00’an gerîlayên me li hember çeperekî qereqola Girê Çeta a li herêma Oremar a Colemrêg’ê çalakiyekî bi çekên giran li dar xistin. Ev çeper bi temamî hat îmhakirin; lê jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalakirin.

Di 30’ê Tîrmehê de saet di navbea 19:00-21:00’an de li ser rêya di navbera navçeya Stewrê ya Mêrdîn’ê û navçeya Bismil a Amed’ê çalakiya rê kontrolkirinê hat pêk anîn. Di vê çalakiyê de gel di warê pêvajoyê de hatin agahdarkirin; nasname hatin kontrolkirin.

Di 30’ê Tîrmehê de saet di 09:30’an de li gundê Akrek ê girêdayî navçeya pako ya Xarpêt de li hember trenekî barhilgir çalakiyekî sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 11 vagon hatin îmhakirin.

Di 30’ê Tîrmehê de saet di 11:30’an de gerîlayên me yên YJA-Star’ê li hember leşkerên qereqola Gas ê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 30’ê Tîrmehê de saet di 12:30’an de gerîlayên me li hember qereqola Rîclek ê girêdayî navçeya Hewlê ya girêdayî Sêrt’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşekrên ku li derdora konteyniran kom bûne hatin hedefkirin û bi awayekî xût hatin lêxisin. Di çalakiya ku bi roketan xurt hate lêxisin de agir di konteyniran de derket. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Rîcle, derdora xwe bi hewan, obus, tank û bi çekên giran bombe kirin.

31 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG