Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 29’ê Tîrmehê de di derengiya şevê Artêşa TC’ê operasyonek bi ser qadên di navbera gundên Serero û Bêtkarokê ya girêdayî Şemzînan a Colmerg’ê da destpêkirin. Hêzên me yên ku operasyon dîtin , leşker xistin bin kontrola xwe û di 31’ê Tîrmehê de saet 07.30-19.30’an li Taxa Meydanê şer dest pê kir. Di vî şerî de ji dehan zêdetir leşkerên dijmin hatin kuştin.
Li qada ku ji helîkoptêr, obûs, hewan û tangan re bûyî hedef ziyan giha hin malan û li zevî û xaniyan şewat derket. Her wiha gundê Serero ji hêla dijmin ve bi zorê hat valakirin. Têkildarî operasyonê wê agahî piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Di nav çarçoweya operasyona Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe de di 29’ê Tîrmehê de saet 17.10’an hêzên me yên Gerîla, bi ser kaşên di navbera gundên Davuşa û Seyîdan de, ên li ser rêya Colemerg’ê operasyoneke berfireh li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 hevriyên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên ku bi lehendî şer kirine û şehîd bûn wiha ne:
Nasnav: Ardil Naberde
Nav Paşnav: Hakan Baglî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê:Wan
Navê Dê û Bav: Nazîfe - Nûsret
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg- 29’ê Tîrmeha 2016
Nasnav: Şoreş Qoser
Nav û Paşnav: Ridvan Sariboga
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Sariye –Osman
Cih û Dîroka Şehadetê Colemrêg- 29’ê Tîrmeha 2016
Di 30’ê Tîrmehê de saet 19.00’an Hêzên me bi ser qereqola Gir a Licê ya Amed’ê êrîşek birin. Ji çekên navîn û ferdî leşkerên ku li dora konteynirê civiyane bi awayekî xurt hatin lêxistin û her wiha çeper û kûleyek jî derb xwarin. Piştî çalakiyê artêşa TC’yê qadên derdorê bi obus û hewanan bombe kir, bi 3 helîkoptêrên Skorsykyê kûştî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Rêber Amed hat li darxistin.
Di 29’ê Tîrmehê de saet 21.00’an artêşa TC’yê li qada Guzedere ya Wan’ê operasyon darxist, operasyon di 31’ê Tîrmehê bê encam qediya. Leşker li gundên Darbabîlya, Çoxê, Spîrîz, Xirabe û Erîsayê yên li qada Guzeldere’yê kemînan datînin.
di 31’ê Tîrmehê de saet 18.30’an hêzên me yên YJA Starê bi ser qereqola Şamanisê ya Payizava de, çalakiyeke sekvaniyê li ser leşkeran pêk anîn, li vir leşkerek hat kuştin.
Di 31’ê Tîrmehê de saet 22.00- 23.00’an hêzên me yên YJA Starê li nêzî gundê Sigiyê yê li ser rêya Çewlig-Erzirom’ê rê kontrol kirin. Li vê derê ji hêla hêzên me yên ku rê kontrol kirine, li gel ku berê dengê xwe li wan kiribûn jî dîsa hevkariya xwe bi dijmin re didomandin, 2 wesayîtên kargeha bi navê Interê hatin şewitandin.
1 Tebax 2016
Nvenda Çapemenî û RAgihandina HPG