Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 29’ê Tîrmehê li dijî operasyona artêşa TC a dagirker ku mabeyna gundên Serero, Bêtkarok û Şapatan’ê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê li dar dixe, çalakiyên gerîlayên me jî bi berfirehî dewam kirin. Detayên çalakiyan wiha ne ;
Gerîlayên me operasyona ku 29’ê Tîrmehê destpê kirî ferq kirin û vê operasyona xistin kontrolê. Di 31’ê Tîrmehê de saet 07.30’an baskekî vê operasyonê dema ji qirika Bêtkarok dadiket gundê Serero hat hedefkirin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Danê sibehê saet 09.00’an hêzên me taxên Şapatan û Êldê girtin kontrola xwe di saet 08.00’an jî li derdora gundê Bermêşe li dijî konvoyek leşkerî bi çekên giran û navîn çalakî lidarxistin. Di vê çalakiyê de her çiqasî leşkerên kûştî û birîndar hebin jî hejmar nehat zelalkirin. Li vê herêmê tevgera konvoyên leşkerî didomin, yekîneyên vedigeriyan jî li mintiqa navbera Şapatan û Êldê hatin hedefkirin û wesayîte zirxî ya Kobra hat derbkirin.
Saet 11.30’an yekîneyek leşkerî ku ji 50 kesan pêk dihat, dema mabeyna qirikên Bêtkarok û Serero xwe bi cih kiribûn, hêzên gerîlayên me çalakî li dar xist. 4 leşker dema komî disekinîn hatin kuştin, baskekî me yê din jî li çepera MG-3 dan û 2 leşkerên din kuştin. Di 31’ê Tîrmehê ji danê sibehê de saet 07.30’an heta danê êvarî saet 23.00’an yekîneyên dagirker bi çekên giran ên bomberdûmanê ve qadên çalakiyê û gund kirin hedef. Dîsa helîkopterên Kobra jî êrîşên giran li dar xistin. Di encama bomberdûmanan de ku bi çekên giran hatin kirin, agir bi eraziyê girt.
Di 1’ê Tebaxê de saet 07.30’an dema leşkeran xwestin xwe li qirikên Serero û Soranser’ê bi cih bikin, gerîlayên me ji 3 baskan ve ew xistin kemînê û bi çekên ferdî, navîn û sûîqestê li wan dan. Baskê yekem 3, baskê duyem 3 û baskê sêyem jî 5 leşker kuştin.
Di van çalakiyan de bi giştî 22 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Dema çalakî û şerên giran ên 2 rojan de 2 gerîlayên me jî şehîd bûn. Ev operasyon hê jî didome. Her ku agahiyên nû werin jî em ê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.
Di 31’ê Tîrmehê de saet 08.00-13.00’an hêzên me li dijî qereqola Bezelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên vê çalakiyê nehatin zelalkirin.
Di 1’ê Tebaxê de saet 11.00’an hêzên me li dijî xeta elektrîkê ya li qada Berçelan a Colemêrg’ê çalakiyek sabotajê li dar xistin û ev îmha kirin.
Di 1’ê Tebaxê de saet 17.30’an hêzên me li rêya di navbera navenda Çewlik’ê û balafirgehê de li dijî wesayîta zirxî ya servîsa polîsan bi wesayîteke bombebarkirî ve çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta servîsê bi temamî rûxiya, 11 polîs hatin kûştin, 6 polîs jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku dema Operasyona Licê de şehîd bûm hat lidarxistin.
Di 31’ê Tîrmehê de saet 11.45’an li navçeya Qileban a Şirnex’ê hêzên me li dijî komek leşkerên TC ku xwe li derdora girê Kuroşîno bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin. Lê, hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.
Di 1’ê Tebaxê di danê êvarî de artêşa TC li gundên Cûmmalaj û Derkam ên girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê û her wiha gundê Şelê û qadên derdora wê yên girêdayî navçeya Hênê ya Amed’ê qedexeya kolanan xistin meriyetê.
2 Tebax 2016
Nvenda Çapemenî û Ragihandina HPG