HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 31'ê Tîrmehê de saet di 19:00 de, li hemberî 2 çeperên artêşa Tirk ên li dora girê Şehîd Sarîna yê li mintiqeya Gostê, çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 1'ê Tebaxê de saet di 08:00 de, tîmeke me ya gerîla ya bi erka xwe radibû, li cerdevanên gundê Ewliya yê Şemzînan’ê rast hat. Ji ber ku cerdevanan gule reşandin gerîlayên me, ji bo demeke kurt şer derket. Tevî hemû hişyariyên hêzên me û nêzîkatiya hesas jî, cerdevanan hêzên me xistin nava şer. Piştî vî şerê dem kurt, hêzên me bi rengekî serketî ji herêmê derketin. Li dû şer, alaya Garê obus û hawan avêt cihê bûyerê.

Me beriya niha di daxûyanîya xwe de ragihandibû di şer û çalakiya 29'ê Tîrmehê ya li herêma navbera gundên Şapatan û Bêtkarok û Serero yên Şemzînanê de 2 gerîlayên me şehîd bûne û nasnameyên her du gerîlayên me wîha ne.

savas aydin_small

 

 

 

Nasnav: Savaş Pîran
Nav paşnav: Aydin Al
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Findo-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg

 

 

zilan arzu_small

 

 

 

Nasnav: Zîlan Cûdî
Nav paşnav: Arzû Bîlmez
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sabûha-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg

 

 

Di 2'ê saet di 19:30 de, li hemberî qereqola tîmên taybet a li navçeya Amed Pasûr’ê, hêzên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Hejmara kûştî û birîndarên leşkeran a li vir nehat zelalkirin.

Artêşa TC li 14 gundên Licê û Hezroyê derketina derve qedexe kir.

Ev 3 roj in artêşa TC herêma Apê Mûsa ya li navçeya Licê bi obus û hawanan bomberdûman dike. Di roja 2'ê Tebaxê li vê herêmê operasyon da destpêkirin.

Ev 4 roj in qereqola Malabadî ya li navçeya Farqînê obus û hawanan davê herêma hecî Çerkez.

3 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG