Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5’ê Tebaxê hêzên me li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê yên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. cenazeyên leşkerên artêşa TC domahiya 2 rojan li gir ma. Di 7’ê Tebaxê de saet 13.00’an piştî artêşa TC kûştîyên xwe bi hêstiran ji gir danî, dûvre bi gelek ambûlansan ve cenazeyên xwe birin nexweşxaneya li Şemzînan’ê û ev nexweşxane dorpêç kir. Li gor agahiyan, zêdetirî 30 kûştîyên artêşa TC hene. Di vê çalakiyê de 6 gerîlayên me bi şerekî lehengî gihiştine şehadetê.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Bedran Soretanî
Nav û Paşnav: Fatih Karahan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Fehîme – Firat
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Celal Çele
Nav û Paşnav: Hûrşît Ayar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Esmer – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Demhat Gerdî
Nav û Paşnav: Reber Taş
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Leyla – Haşim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Dîcle Avaşîn
Nav û Paşnav: Azîze Onkol
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Yildiz – Ekrem
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Riha Gabar
Nav û Paşnav: Silava Alî
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik û Bav: Zelîha – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg
Di 6’ê Tebaxê de saet 18.30’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku li qirika Qada Sîneklî ya li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnex’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
Di 6’ê Tebaxê de saet 05.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku hewl didan li girekî li nêzî Îkîncî Kopru ya girêdayî navçeya Elkê bi cih bibûna 3 çalakiyên cuda yên sabotajê li dar xistin. Di van çalakiyan de 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Elkê şehîd bûne hat lidarxistin.
Di 5’ê Tebaxê de saet 21.30’an hêzên me konvoyek leşkerî ya ji Wan’ê diçû navçeya Şax’ê xistin bin kontrolê. Di 6’ê Tebaxê de saet 01.00’an jî li sêgoşeya Mîks-Wan-Şax’ê hêzên me li dijî wesayîtek zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayît îmha bû, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zanîn. Piştî çalakiyê domahiya 3 saetan artêşa TC rê li trafîkê girt.
Di 1’ê Tebaxê de saet 23.00’an gerîlayên me li çoltera navçeya Bahçe ya Osmaniye’yê yekîneyek veşartî ya artêşa TC xiste bin kontrola xwe. Li vir hêzên me bi awayekî bi bandor li leşkeran da, 2 leşker kuştin, yek jê berbaz e, cerdevanek jî birîndar bû.
8 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG