HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 7’ê Tebaxê di saet 02:00’ê şevê li herêma Garsa ya girêdayî Sêrtê ji aliyê artêşa TC ve êrîşekî berfireh hat pêkanîn. Nêzî 6 saetan bi obus, hewan û kobrayan gelek dever bombe kirin , di saetên sibehê de jî leşkeran li deverên Dirêjka, Dihê ya kevin û Ebûbekir operasyon dan destpêkirin. Li herêma dirêjka gerîlayên me tîmên leşkerên ku beşdarî operasyonê bibûn şopandin û xistin kemînê û bi awayekî pir xûrt lê xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.

Leşkerên ku li Dihê ya kevin jî beşdarî operasyonê bibûn ji aliyê gerîlayên me ve hatin kontrolkirin û bi awayekî bi bandor lêxistin. Di çalakiya gerîlayên me a li vê derê de jî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra dever bi dijwarî bomber kirin, bi tank û obusan jî bombebaran dewam kirin. Di operasyona li vê herêmê de têkiliyên me bi yekîneyekî me re qût bûye.

Di 8’ê Tebaxê li navbera gundên Ewêna û Qirdîlek ê girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdîn’ê saet di navbera 11:00-12:30’an de gerîlayên me rê girtin û nasname kontrol kirin. Li vir wesayîtekî ku ji bo qereqolê alav dikişand hat şewitandin.

Di 8’ê Tebaxê de saet 07.30’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên 4. Tûgaya Komandoyan a girêdayî navenda Dersîm’ê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 8’ê Tebaxê saet 19.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Hêrwiz a girêdayî Bedlîs’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 6’ê Tebaxê de saet 18.45’an hêzên me li nêzî gundê Herta ya girêdayî navçeya Pasûr a Amed’ê komek kontrayên ku kemîn danîbûn xistin bin kontrolê û çalakî li dar xistin. Li vir 3 kontra birîndar bûn. Dûvrê hêzên dijmin ên wek teqwiye hatin ketober gule li derdora xwe barandin û li çolterên gundên Şahirnok, Piyak, Şêx Bûba agir bi eraziyê girt.

Di 9’ê Tebaxê (îro) dijmin li gundên Piyak, Tûyê, Eskar, Agaçkoy ên girêdayî Pasûr’ê û li hin gundên girêdayî Farqîn ê Hezro’yê qedexeya kolanan îlan kir.

Di 1’ê Tebaxê artêşa TC li qada Apê Mûsa dest bi operasyonekê kir. Ev operasyon di roja 2’yê Tebaxê bi tevlîbûna nêzî 10 hezar leşkerî ve hat berfirehkirin. Ev operasyona 3 û 4’ê Tebaxê li qadên Buyuk Taşlik, Cimsak, Kuçuk Taşlik, Şelê, Ziyaret, Qilê Boga, Kelê û Mehmê dewam kir. Li eraziyê leşkeran bi zanebûn agir bera erazî dan û gelek qad şewitandin.

Di 4’ê Tebaxê di dema li ser rêya Amed-Elezîz li rêya Uçkûyû wesayîtek bi tîpa Doblo dewriye digeriya, hêzên me çalakî li dar xistin. Medyaya şerê taybet behsa 3 birîndaran kir. Lê hejmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Duh nasnameyên hevalên me yên şehîd ên ku di çalakiya berfireh de ku 5’ê Tebaxê li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê pêk hat şehîd bûn me ragihandibû. Gerîlayê me yê bi navê Firat Colemêrg (Eyup Yaya) ku me duh nasnameya wî ragihandibû, li ser wezîfeya xwe ya. Ji ber vê em ji malbata gerîlayê xwe û gelê xwe lêborînê dixwazin. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

firat sadrettin_small

 

 

 

Nasnav: Firat Dîcle
Nav û Paşnav: Sadrettîn Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik û Bav: Gulîzar – Sabrî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Tebaxa 2016’an / Colemêrg



9 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG