HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 5'ê Tebaxê hêzên me, li ser rêya Wan-Şax’ê li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li gorî agahiyê ji çavkaniyên hatine bidestxistin , di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin.

Di roja 8'ê Tebaxê de saet di 15:30 de, di çarçoveya pêngava me ya şoreşgerî ya Şehîd Xebat de, gerîlayên me li qada Geliyê Tizîzê ya navçeya Şax’ê xwe berdan nava yekîneyeke leşkerî ya kemîn danîbûn. Derbên xurt li 3 çeperan hatin xistin û 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Piştî van çalakiyan artêşa TC roja 9'ê Tebaxê li nêzî gundê Kaçnit ê Geliyê Tizîzê operasyon da destpêkirin. Leşkeran li vir gule li derdora xwe reşandin û operasyon heman rojê bi rengekî neserketî qediya.

Di roja 9'ê Tebaxê de saet di 16:30 de, gerîlayên me li bajarokê Kanligeçît ê navçeya Duzîçî ya Osmaniye’yê, li hemberî maşîneke polîsan a di rêya E-24 de derbas dibû, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Ev wesayît bi temamî hat rûxandin, hejmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin.

Di 9’ê Tebaxê de saet 12.30’an hêzên me li dijî qereqolên Tepê Çeta û Zeytê yên li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakî li dar xistin. Gerîlayên me bi çekên giran bi awayekî bi bandor li qereqola Zeytê dan. Li vir tankek hat derbkirin, wesayîtek bi tîpa Reo jî hat îmhakirin. Di heman demê de hêzên me çalakiya sûîqestê jî li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 9’ê Tebaxê de saet 16.00’an hêzên me li girê Qirika Masîro ya ku li qada Şemzînan’ê ye û leşkeran xwe li bi cih kiribûn, dan. Her wiha leşkerên ku li girê Şehîd Dîcle tevdigeriyan jî bûn hedefa hêzên me. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 8’ê Tebaxê de saet 22.00’an sîxur-kontrayê bi navê Yûsûf Karataş ku sala 2015’an li semta Ûlûbahçe ya girêdayî navenda bajarê Semsûr’ê di şehadeta du gerîlayên me de rola xwe hebû hat cezakirin. Li herêmê dewlet hewl dide cerdevantiyê zêde bike û di operasyonan de bi kar bîne. Pêwîst e ti cerdevan tevlî operasyona û lîstikên qirêj ên dijmin nebin.

Di 9’ê Tebaxê de saet 20.00’an gerîlayên me li qada Şerefa ya girêdayî Elbak a Wan’ê li dijî stasyonek bazê ya Avea Vodafone û înternetê çalakiya sabotajê li dar xistin.

Di 9’ê Tebaxê de saet 17.30’an gerîlayên me li rêya Dersîm-Erzîngan’ê li ser Pira Sor çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Nêzî 70 wesayîtî hatin komkirin, têkîldarî pêvajoyê gel hat agahdarkirin û ber bi saetên êvarî jî çalakî hat bidawîkirin.

Di 9’ê Tebaxê de saet 20.00’an balafirên şer li Geliyê Mûnzûrê dan. Piştî van bomberdûmanan, gelî dan ber obus û hewanan. Li qadê ku domahiya şevê tevger çêbû, helîkopterên bi tîpa Kobra jî li gelî dan.

10 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG