HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 8'ê Tebaxê, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Pasûr a Amed’ê dest bi operasyonê kir. Saet di 18:00 ê roja 9'ê Tebaxê de, hêzên me li herêma navbera gundên Bira Zeynê û Temira yên navçeya Pasûr’ê, li hemberî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li vê yekîneyê hat dayîn û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdorê reşand û ji ber vê yekê şewat derket. Operasyona li herêmê hê dewam dike.

Artêşa TC roja 9'ê Tebaxê li Geliyê Mûnzûr’ê yê Dersîm’ê derket operasyonê. Di vê operasyonê de balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmê geriyan; qereqola Tûrnûva tevahiya rojê obus û hawan avêt herêmê û saet di 20:30 de jî balafirên şer bombe li Geliyê Mûnzûr’ê barandin. Saet di 23:30 de artêşa TC leşker li quntarê Bokirê bi cih kir. Di heman şevê de helîkopterên bi tîpa Kobra li gelî dan. Operasyon hê dewam dike.

Di roja 7'ê Tebaxê saet di 16:30 de, tîmeke ji hevalên me ku li derdora navçeya Payîzava ya Wan’ê bi erka xwe radibû, dema li herêma navbera Wan-Payîzava’yê bi polîsan hesiya, li wan da. Di şerê demkurt ê li vir de, polîsê bi navê Omer Farûk Bol bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê mir.

11 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG