Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 10’ê Tebaxê hêzên me bî awayekî hevçax çalakî bi ser konveya leşkerî ve ya li ser rêya Qileban a Şirnex’ê ve û qereqola Kaşê Yekmal ve birine. Di nav vê çarçoweyê de wesatiyeteke leşkerî ya bi Reo ya di konveyê de bi bandorî derb xwar. Leşkerên ku xwestin mudaxeleyê bikin jî bi çekên ferdî li wan hat reşandin, tangeke ku ewlekariya rê dikir a li ser kêş jî bi çekên giran derb xwar û hat rûxandin. Yekîneyên piştgiriyê yên ku bi mebesta destekê bidin ji hêla hêzên me ve derbên serkeftî xwarin. Bi awayekî hevdem a bi vê çalakiyê re hezên me bi hewanan li qereqola Girê Yekmalê xistin.
Di encama van çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di encama van çalakiyan de 4 hevalên me jî şehîd bûn.
Di 8’ê Tebaxê de saet 16.00’an bi ser leşkerên ku li girê Kuroşîno yên Qileban a Şirnex’ê bi cih bûbûn ji hêla hêzên me ve çalakiyek hat lidarxistin. Konên li ser gir bi çekên giran derb xwarin û kon şewitîn. Di vê çalakiyê de hejmara kûştî û birîndaran zelal nebû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi obûs û hewan û tangan li Girê Şehîd Karlos û Koordîne xistin.
Di 11’ê Tebaxê de saet 12.00’an hêzên me bi çekên giran êrîş birine ser mewziyên leşkerî yên ku li Girê Genîş ya li Şemzînan a Colemerg’ê. Di vê çalakiyê de konan derb xwarin, şewitîn û 1 dozerê re jî derb xwar. Hejmara kûştî û leşkerên birîndar zelal nebû.
Di 11’ê Tebaxê de saet 06.30’an hêzên me bi ser qereqola Bêgijnê ya Şemzînan’ê de çalakiyeke siûqastê pêk anîn û di encamê de 1 leşker hat kuştin.
Di 11’ê Tebaxê de saet 17.00’an hêzên me bi ser qereqola Zeytê de, ya li qada Oremar a Gever’ê ya girêdayî Colemerg’ê, bi hewanan êrîş kirin. Di vê çalakiyê de mewziyek bi temamî ji holê hat rakirin lê belê hejmara kûştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Zeytê bi tofelaqî qadên derdorê bi çekên giran da ber guleyan.
Di 12’ê Tebaxê de saet 01.30’an bi ser stesyona bazê yên Turk Telekom û Vodafonê ve, yên li gundê Bableşîn a Elbak a Wan’ê, çalakiyeke sabotajê pêk anîn û stesyonên bazê hatin îmhakirin.
Di 9’ê Tebaxê de artêşa TC’ê bi ser geliyê Mûnzûr a Dêrsim’ê de operasyonek li dar xist. Di vê operasyonê de artêşa TC’yê di asta herî bilind de teknîk bi kar aniye. Qad daye ber obês û hewanan, helîkoptêrên Kobra û balafirên şer jî qad dan ber bombeyan. Artêşa TC’ê piştî bombebaranê leşker jî daxistine û operasyon berfirehtir kiriye. Ev operasyon di 10’ê Tebaxê de saet 22.00’an qediyaye. Di encama vê operasyonê de ku teknîkeke zêde hatibû bi kar anîn,4 hevalên me şehîd bûn. Dema ku agahiyên nasnameyên hevalên me yên ku şehîd zelal bûn, em ê bi raya giştî re par ve bikin.
Ev 3 rojên dawî ne ku artêşa TC’ê Dihê ya Sêrt’ê û gundên Ebubekir,Dirişkê, Dihêya Kevn, Şoxa û Xerdorê, gundên Çemê Karê, Heşetê yên Berwariyê weke herêmên ewlekariya taybet radihandiye.
Di 8’ê Tebaxê operasyona ku li qada Şehîd Kawa ya Farqîn a Amed’ê dest pê kirî, di 11’ê Tebaxê bê encam bi dawî bû.
Di 11’ê Tebaxê de saet 12.30’an balafirên şer mintiqeya Sirtê ya qadên Simbilê ya Colemerg’ê û Girê Smalî Axa da ber bombeyan.
12 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG