HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 8’ê Tebaxê artêşa TC li qada Şehîd Kawa ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê bi desteka cerdevanan operasyonek dabû destpêkirin. Di 9’ê Tebaxê piştî bi obus û hewanan qad bombe kir, dijmin hewl da ji bejahiyê bi pêş ve biçe. Hêzên gerîlayên me  saet 19.00’an li dijî dijmin çalakiyek li dar xistin. Hêzên me baskekî operasyonê yê mabeyna gundên Pira Zeynê û Gundê Temîra yê girêdayî Pasûr a Amed’ê xistin kontorlê û lê dan, 4 leşker kuştin ku yek jê serpel e; 4 leşker û 3 cerdevan jî birîndar bûn.

Di 10’ê Tebaxê artêşa TC bi helîkopterên Kobra ve bi awayekî giran çolterên gundên  Beşirtê, Metmurê, Derıkê, Bamıtnê, Reşanê, Dehla Gurê yên girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê û Mala Çalê, Mala Gır, Hındês, Cumatê, Şêlıma yên girêdayî Farqîn’ê û Godernê, Sehtê, Beytülbeyan, Barınê, Temıra, Pıra Zeynê yên girêdayî Pasûr’ê bombe kirin, her wiha bomberdûman bi obusan jî pêk hatin. Ev operasyon di roja 11’ê Tebaxê de bêencam vekişiya.

Di 11’ê Tebaxê de hêzên gerîlayên me li rêya navbera Amed-Hênê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di vê çalakiyê de kamyoneke ku ji qereqolê re malzeme dibir hat rawestandin û kamyon hat şewitandin. Ajokarê vê kamyonê jî piştî hişyariyê hat berdan. Danê êvarî saet 22.00’an û saet 02.00’an, helîkopterên bi tîpa Kobra li qada çalakiyê dan.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Xebat Aktepe de hêzên me di 12’ê Tebaxê saet 18.30’an li dijî leşkerên qereqola Bibanê ya li qada Şerefhan a girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê ku xendek dikolan, çalakiyek li dar xistin. Hêzên me bi çekên ferdî û navîn li leşkeran dan, li vir 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, qereqola Bibanê qadên derdora xwe bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl rakirin nexweşxaneyê.

Di 12’ê Tebaxê de saet 07.50’an hêzên me li hember leşkerên mabeyna girê Marûka û qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê ku rê çêdikirin, çalakî li dar xistin. Li vir kepçeyek hat derbkirin; hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqolên derdorê, girê Xeregol û qûntarê wê bi obusan bombe kirin.

Di 12’ê Tebaxê de saet 16.00’an, hêzên me di navbera Şirnex-Elkê de rê kontrol kirin. Li vir wesayîta kesê bi navê Fîkret Adiyaman ku Serokê Şaxa Ciwanan a AKP’a gundê Çeman e û li vir bi AKP û dewletê re hevkariyê dike, hat şewitandin. Saet 17.00’an cerdevanên eşîra Jîrkiyan û leşker hatin cihê bûyerê û gule li tîma gerîlayên me reşandin. Tevî ku tîma me ya gerîla hessas nêz bû û bi çekên ferdî tenê leşker kirin hedef jî cihê bûyerê veguheriye qada şer. Di vî şerî de kontrayek hat kuştin; cerdevanek jî birîndar bû. Fîkret Adiyaman jî ji hêla hêzên me ve hat girtin. Piştî şer, cerdevan û leşkeran li çoltera gundê Germavê dest bi operasyonê kirin.  Di navbera hêzên me û dijmin de cih bi cih şer diqewime. Detayên têkîldarî bûyerê her ku werin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

13 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG