Ji çapemenî û raya giştî re!
Der barê her du teqînên di 10'ê Tebaxê yê li Sûr û Qoser’ê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hewl hatiye dayîn, ev bûyer bên zelalkirin.
Di encama lêkolînan de derket holê, ku teqîna li Sûr’ê ji aliyê HPG'ê û hêzên me yên eyaleta Amed’ê ve nehatiye kirin. Lê belê eşkere bû ku ev çalakî ji aliyê yekîneyeke cuda ya herêmî ve, li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li Sûr û Amed’ê hatiye kirin. Çalakiya li navçeya Mêrdîn Qoser’ê jî, ji aliyê yekîneyeke ser bi HPG'ê ve hatiye lidarxistin.
Her çend, çalakiya li Sûr’ê yekser ji aliyê HPG'ê ve nehatibe kirin jî, ji ber ku kontroleke xurt li ser yekîneyên bi vî rengî daneniye, berpirsyarî dîsa ya HPG'ê ye. Hem cih hem jî şêweyê pêkanîna çalakiyên li Sûr û Qoser’ê cihê rexneyê ne û xwedî gelek kêmasiyan e. Lewma lêpirsîn hatiye vekirin. Di çalakiyên ji niha û pê ve, ji bo sivî bi ti awayî zerarê nebînin, ji bo bi tenê hêzên dagirker mêtînger hedef bên girtin, wê bi berpirsyarî û hesasiyeteke mezintir çalakî bên kirin.
Lê belê, yên ku li hemberî hilweşandina Sûr’ê, li hemberî şewitandina 20 gundên li Pasûr, Lice û Farqîn’ê yên di dema vê çalakiyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kirin û li hemberî pêkanînên şîdetê yên bêperwa yên dewleta Tirk ti daxuyanî nedan, heman piştî vê çalakiyê, ji ber kêmasiyên vê çalakiyê yekser derketin holê û daxuyanî dan, ti eleqeya wan bi cidiyetê re nîne. Feraseteke rasteqîn a civaka sivîl a li Kurdistanê divê li dijî her şêweyên şîdetê û neheqiyê derkeve. Eşkere ye, yên li dijî hêzên dagirker dernekevin û bi tenê li hemberî kêmasiyên şoreşgeran daxuyaniyê bidin, wê bi tenê bi kêrî mêtîngeran bên. Em bang li hêz û derdorên bi vî rengî dikin, ku di van mijaran de bêhtir bi edalet û rasteqîn tevbigerin.
Ji ber ku di van her du bûyeran de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, em xemgîn in û ji malbatên mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin.
Artêşa TC di 13'ê Tebaxê de li bejahiya gundên Qadana, Xiznê, Nêrgula, Ewliya, Dêrik, Garê û Meleyan ên navçeya Colemêrg Şemzînan’ê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC avêt ser gundan û li malan lêgerîn kir. Heman rojê saet di navbera 23:00-00:00 de balafirên şer bombe li mintiqeya Gostê barandin. Di çarçoveya operasyonê de roja 14'ê Tebaxê leşkeran hewl dan ji 2 baskan ve bikevin nava mintiqeya Gostê. Li ser vê yekê, hêzên me ji 2 baskên cuda ve bi xurtî li hêzên operasyonê xistin. Li vir 5 leşker hatin kuştin. Şerê li vê herêmê hê dewam dike. Artêşa TC her wiha bi helîkopterên bi tîpa Kobra, bi obus, hawan û tankan li herêmê dixe.
Di roja 12'ê Tebaxê de saet di 05:00 de, hêzên me li hemberî konvoyeke sewqiyata leşkerî ji qereqola Bilican a li navçeya Colemêrg Çelê re dikir, çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li maşîneke leşkerî ya bi tîpa Reo xistin. Hêzên me her wiha bi çekên navîn li nizamiyeya qerqolê xistin. Hejmara leşkerên li vir hatine kûştin û birîndar bûne nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk ji qereqola Bilican’ê bi çekên giran gule li derdorê hat reşandin û li herêmê şewat derket.
Li navçeya Çelê, kesê bi navê Çelebî Seven ê ji bo qereqola Bilican’ê rê çêdikir, beriya ji niha ji aliyê hêzên me ve hatibû hişyarkirin. 2 kepçeyên vî şexsî yên li şantiyeya li ser rêya Colemêrg-Wan’ê ji bo qereqolê dixebitin, ji aliyê hêzên me ve hat şewitandin.
Hêzên me di roja 13'ê Tebaxê de saet di 16:00 de, li hemberî qereqola Îkîzce ya Şirnex’ê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin.
Di roja 12'ê Tebaxê, hêzên me bi çekên giran li tabûra Besta ya li Şirnex’ê xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 13'ê Tebaxê de saet di 10:00 de, li ser rêya Elkê ya Şirnex’ê, hêzên me ajokarê wesayîtekê hişyar kir, lê ji ber ku guh neda vê hişyariyê, gerîlayên me dest danîn ser wesayîteke TEDAŞ'ê.
Artêşa TC di 12'ê Tebaxê de, li derdora gundên Kaniya Mara, Karapungar, Hinzor, Kiranç, Keranli û Sariç ên navçeya Mûş Gimgim’ê derket operasyonê. Ev operasyon hê dewam dike.
Di 13'ê Tebaxê de saet di 16:00 de, gerîlayên me li hemberî qereqola Kirmizikopru ya navçeya Dersîm Pîlemûr’iyê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Li vir leşkerek hat kuştin. Piştre ji qereqolê gule li derdora xwe reşand. Ev çalakî ji aliyê gerîlayên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
14 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG