Ji çapemenî û raya giştî re!
Hêzên gerîlayên me ji bo bîranîna Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê gelek çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de :
Di 13’ê Tebaxê artêşa TC li çoltera gundên Qadana, Xıznê, Nêrgula, Ewliya, Dêrik, Gare û Meleyan ên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê dest bi operasyonekê kir. Ber bi danê sibehê, gerîlayên me ji du baskan ve yekîneyek leşkerî xistin kemînê û 5 leşker hatin kuştin. Ev baskê operasyonê qedemeyekê vekişiya, yekîneyên teqwiye yên piştî nîvro hatin jî qadên Şehîd Havîn, Kurê Mizgeftê û derdora gundê Ewliya dewam kirin.
Di roja 13’ê Tebaxê heta saet 14.30’an li gelek deverê şer rû da, li ser qada Gostê jî êrîşên bi obus, hewan, helîkopterên Kobra pêk hatin. Di 14’ê Tebaxê de saet ji 12.30’an heta 13.30’an balafirên şer qada Gostê bi awayekî dijwar bombe kirin. Di vi şerî de 10 leşker hatin kûştin, 5 gerîlayên me jî bi şerekî lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê. Li vê qadê operasyon û cih bi cih şer dewam dikin. Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd û zanyariyên têkîldarî operasyonê wê piştre bên ragihandin.
Di 12’ê Tebaxê de 2 wesayîtên zirxî yên ku ber bi gundê Germav ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê ve diçû ji hêla gerîlayên me ve ji nêz ve hatin hedefkirin. Çawîşekî pispor birîndar bû, lê hejmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, leşkeran qada çalakiyê dan ber topên hewanê û çekên A4. Li vê qadê tevgera leşkerî didome,
Di 13’ê Tebaxê ber bi danê sibehê jî hêzên me baskekî operasyonê xistin kontrola xwe. Ev baskê ku cerdevanên eşîra Jîrkiyan pêşengiyê jê re dikin nehat hedefkirin, danê êvarî saet 19.45’an baskekî hêza operasyonê ket kemînê. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky kûştî û birîndarên xwe rakirin.
Di 14’ê Tebaxê de saet 02.00’an li Zozanên Laleş û qada Deriyê Zêr ên girêdayî Elkê, artêşa TC dest bi operasyonekê kiriye.
Di 9’ê Tebaxê de saet 10.00-11.00’an, di 10’ê Tebaxê de saet 14.30-15.00’an, di 12’ê Tebaxê de saet 14.30-15.00’an, di 13’ê Tebaxê de saet 15.00-16.00’an û 14’ê Tebaxê de saet 17.00-18.00’an, gerîlayên me yên YJA-Starê bi çekên giran li leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Şehîdan a girêdayî qada Qileban a Şirnex’ê dan. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 14’ê Tebaxê artêşa TC li qada gundê Kulê ya girêdayî navçeya Bazîd a Agiri’yê kemîn datanî. Heman rojê saet 17.30’an hêzên me li dijî leşkerên kemîn datanîn çalakî li dar xistin. Li vir 3 çeper hatin rûxandin, 4 leşker jî hatin kûştin. Piştî çalakiyê artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin. Li qadê tevgera leşkerî didome.
Di 14’ê Tebaxê de saet 18.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku ji qereqola Birîkar a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê derketin û ber bi gir ve diçûn, çalakî li dar xistin û 2 leşker kuştin.
Di 14’ê Tebaxê de saet 17.30-19.00’an, hêzên me li ser rêya Tetwan-Xîzanê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Hêzên me li vir nasname kontrol kirin, têkîldarî pêvajoyê jî gel agahdar kirin. Di vê çalakiyê de gerîlayên me hewl dan wesayîtekê rawestîne, lê wesayîtê tevgera xwe domandiye. Hêzên me li ser vê guleyên hişyariyê avêtin, lê ji ber ji wesayîtê jî gule hatin avêtin, hêzên me gule li wesayîtê reşandin. Hejmara kûştî û birîndarên li vir nehatin zelalkirin.
Di 14’ê Tebaxê artêşa TC li qada Sason a Êlihê operasyonek da destpêkirin û di 15’ê Tebaxê danê sibehê jî bêencam vekişiya.
Ev hefteya dawî, cerdevanên gundê Adgon ê girêdayî navçeya Kop a Mûş’ê û leşker li qada gundê Piyongê kemînan datînin.
Di 11’ê Tebaxê di danê êvarî, komek kontra li gundê Kotalî yê girêdayî Mûş’ê ji gel bi zorê pere kom kirine. Pêwîst e gelê me yê li herêmê ji vê koma kontra hayîdar be.
Di 9’ê Tebaxê ji ber êrîşên artêşa TC a bi ser Geliyê Mûnzûrê, xetên telefonê xira bibûn. Karkerên ji bo tamîra xetên telefonê hatibûn bi destûra Walîtî û fermandarê qereqola Zarge hatin. Dema karker dixebitîn jî artêşa TC bi zanebûn gule li wan reşandine û li vir karkerekî jiyana xwe ji dest daye. Medyaya şerê taybet a TC hewl dide vê bûyerê bixe stûyê hêzên me. Ev êrîş ji hêla dewletê pêk hatiye.
15 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG