Ji çapemenî û raya giştî re!
Operasyona artêşa Tirk a 13’ê Tebaxê li qada Şemzînan a Colemêrg’ê destpê kir û dewam dike. Di 13’ê Tebaxê helîkopterek bi tîpa Kobra ji hêla gerîlayên me ve hat derbkirin. Li vê qadê, gerîlayekî me bi awayekî fedaî ket nav yekîneyên dijmin ku xwe li qûntarekî li qadê serwer bû bi cih kiribûn, bi wan re şer kir, piştî gelek ji dijmin kuştin gihişt şehadetê.
Di 14’ê Tebaxê li derdora girê Şehîd Havîn, leşkeran hewl dan yekîneyên me bixin dorpêçê, gerîlayekî me bi awayekî fedaî çû ser dijmin û dorpêç şikand. Di encama zeîfkirina êrîşên dijmin çalakiyên mezin hatin lidarxistin û gelek leşker hatin kuştin.
Artêşa TC qada operasyon û şer bi obus û hewanan bombe dike. Di domahiya operasyonê de li xeta Gever-Şemzînan’ê tevgerek zêde ya helîkopterên Skorsky çêbûn. Ev operasyon hê jî didome.
Me duh dabû diyarkirin ku 5 gerîlayên me şehîd bûne. 2 hevalên me yên din jî gihiştine şehadetê. Em nasnameyên 5 gerîlayên xwe yên ku îro li dijî operasyona yekîneyên dagirker bi qehremanî li ber xwe dan radigihînin.
Nasnameyên gerîllayên me wîhan ne:
Nasnav: Bager Adar
Nav û Paşnav: Firat Adar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Perişan – Kadir
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg
Nasnav: Hêvi Colemêrg
Nav û Paşnav: Şîrîn Ozer
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Feyruz – Yaşar
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg
Nasnav: Sarîna Sînem
Nav û Paşnav: Demet Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Hinar – Mehmet Alî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg
Nasnav: Şervan Amed
Nav û Paşnav: Veysî Yildiz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Fatma – Sahîp
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg
Nasnav: Şiyar Zagros
Nav û Paşnav: Ahmet Dirayet
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik û Bav: Perî – Yûsûf
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Tebaxa 2016’an /Colemêrg
Di 14’ê Tebaxê de saet 16.00’an hêzên me li qada Geliyê Masîro ya girêdayî Elbak a Wan’ê rê kontrol kirin. Li vir nasname hatin kontrolkirin, têkîldarî 15’ê Tebaxê agahî hatin dayin. Di encama kontorlên nasnameyan de 3 kes hatin binçavkirin. Ber bi êvarî saet 18.00’an ji gundê Kirvanis ê girêdayî Elbak’ê nêzî 50 cerdevan û hin kontra ji bo destwerdanê hatin qada çalakiyê. Cerdevanan gel û hêzên me ketober dan ber guleyan. Tevî hemû hişyariyên gerîlayên me jî cerdevanan dest ji gulereşandinê bernedan. Li ser vê jî piştî hêzên me gel ji qadê dûr xist, şer qewimî. Di şer de kontrayek har kûştin, 2 cerdevan jî birîndar bûn. 3 kesên ku hêzên me binçav kiribûn jî bi îdîaya Gerîlla ne, cerdevanan birin qereqola Çaldiran’ê. Ev 3 kesan ti têkîliyên xwe bi hêzên me re nîne. Danê êvarî saet 20.00’an operasyona ku piştî 2 helîkopterên Kobra li qada bûyerê dan destpê kir, di 15’ê Tebaxê piştî danê nîvro bêencam vekişiyaye.
Di 14’ê Tebaxê artêşa TC li navçeya Elkê ya Şirnex’ê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon, 15’ê Tebaxê vekişiya; artêşa TC bi obus û hewanan qada Kato bombe kir.
Di 14’ê Tebaxê di danê êvarî de hêzên me mabeyna Amed-Çewlik’ê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Hêzên me li vir nasname kontrol kirin, têkîldarî 15’ê Tebaxê gel agahdar kirin.
Di 15’ê Tebaxê artêşa TC qada Apê Mûsa ya girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê da ber obus û hewanan.
Di 15’ê Tebaxê de saet 05.30’an hêzên me li dijî qereqola Şahîn Elcan a girêdayî navçeya Silopi’ya ya Şirnex’ê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên ferdî hat lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin, çeperekî çeka A4 hat rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC qadên derdora girên Qirika Helavê, Qirika Xaçika, Şehîd Ahmet û derdora kaniya Şehîd Cûdî bi obus û hewanan bombe kir.
Di 15’ê Tebaxê de saet 11.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li derdora girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.
Ev demek e, li gundên çoltera navçeya Erdîş a Wan’ê komek kontra gefan li gel dixwe û hewl dide bi zorê pereyan bistîne.
Di 9’ê Tebaxê artêşa TC li qada geliyê Mûnzûr a Dersîm’ê operasyonek li dar xistibû. Di operasyonê de hevalê me Brûsk Amed şehîd bû. Nasnameya hevalê me wiha ye:
Nasnav: Brusk Amed
Nav û Paşnav: Osman Ûgûrlayan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Reyhan – Ganî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2016 / Dersîm
Di 7 – 10’ê Tebaxê li qada Sumbul a Colemêrg’ê di êrîşa artêşa TC de ku ji bejahiyê qad da ber obus û hewanan, 2 gerîlayên me birîndar bibûn. Tevî hemû destwerdanan jî 2 gerîlayên me şehîd bûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Rejber Riha
Nav û Paşnav: Ferhat Kanar
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik û Bav: Necla – Şefîk
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7-10’ê Tebaxa 2016 / Colemêrg
Nasnav: Dilêr Sîpan
Nav û Paşnav: Soner Dîlmaç
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Bedevî – Fehîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7-10’ê Tebaxa 2016 / Colemêrg
16 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG