HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 15’ê Tebaxê de saet di 13:10’an de gerîlayên me li hember Midûriyeta Trafîka Herêmê ya li ser rêya Çinar-Bismil a Amed’ê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Gerîlayên me bi çekên ferdî û navîn bi awayekî xurt lê xistin û piştre jî wesayîtekî bombebarkirî di nava qereqolê de teqandin. Di encama teqînê de 3 kuleyên nobedar, wesayîteke bi tîpa Ûral a zirxî, 4 wesayîtên polîsan û beşeke mezin yê avahiyê hat hilweşandin û bêkêr bû. Di encama vê çalakiyê de 28 polîs hatin kuştin. Artêşa TC kuştî û birîndarên xwe yên ku ji 20’an zêdetir bi ambûlans û helîkopteran rakirin nexweşxaneyê. Li gor agahiyan, di encama teqînê de ji ber bandora teqînê kesekî li pêşiya benzînxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Ev çalakî ji bo bîranîna pêngava 15’ê Tebaxê û tecrîda li ser Rêberê me hat lidarxisin.

Bi biryardariya sala 33’yemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Andok Êrîş de li dijî yekîneyên dijmin ên xwe li girê Guhêgur ê girêdayî navçeya Qaxizman a Qers’ê bi cih kiribûn, saet 18.50’an operasyonek berfireh hat lidarxistin. Hêzên me ji du baskan ve ketiye nav dijmin, baskê yekemîn 3 çeper rûxandindin. Di çepera yekem de 5 leşker hatin kuştin, çekek A4 hat îmhakirin. Di kon de jî 3 leşker hatin kuştin. 2 leşkerên li kulubeya nêzî kon jî hatin kuştin, dîsa gelek konên li cihên cuda yên gir jî bi çekên navîn û ferdî hatin gulebarandin. Di encama van de jî 3 leşker hatin kuştin. Dîsa li nêzî depoya avê jî leşkerek hat gulebarandin.

Baskê duyem jî cihê ku çeka A4 lê bû kir hedef. Li vir 4 leşker hatin kuştin. Dîsa bi çekên roketavêjan jî tankek, çeperek û çekek A4 hat hedefkirin. Li vir jî 4 leşker hatin kuştin. Her du çekên A4 jî hatin rûxandin.

Di çalakiyê de bi giştî 22 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî di 45 deqeyan de pêk hat. Artêşa TC domahiya êvarî de kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin. Ev çalakî ji bo hevalên me Rizgar, Karker, Dara Kato, Ararat Serhed, Şahîn Cîlo û gerîlayên me yên li gel şehîd bûne hatiye lidarxistin.

Di 16’ê Tebaxê de saet 17.00’an li dijî qereqola Hêgasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amed’ê rêzeçalakiyên sûîqestê hatin li darxistin. Di van çalakiyan de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, qereqola Hêgasor qadên derdora xwe da ber çekên giran.

Di 16’ê Tebaxê de saet 20.30’an gerîlayên me li dijî 2 stasyonên bazê yên girêdayî Tûrkcell, Vodafone, Avea û Wezareta Parastinê ya Neteweyî yên li gundê Dîlkiyan a girêdayî navenda Semsûr’ê çalakî li dar xistin û ev stasyon îmha kirin.

Di 15’ê Tebaxê de saet 13.30-14.00’an hêzên me li dijî qereqola Rûbarok a girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.
17 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG