HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 16’ê Tebaxê de saet 19.00’an heta 17’ê Tebaxê danê sibehê li ser rêya Îpek’ê ya mabeyna Bedlîs û navçeya Xana Hewêl, gerîlayên me yên YJA Starê rê kontrol kirin . Hêzên me li vir nasname kontrol kirin, di heman demê de têkîldarî tecrîd li ser Rêber Apo jî gel agahdar kir. Dema çalakiyê de 2 wesayîte tevî hemû hişyariyan jî ranewestiyan û hêzên me guleyên hişyariyê avêtine. Her wiha li vir 2 wesayîtên ku bi AKP û dewletê re dixebitîn jî hatin şewitandin.

Di 16’ê Tebaxê de saet 08.00’an hêzên me li navenda Bedlîs’ê li dijî 2 stasyonên bazê yên Tûrkcell, Vodafone û Avea çalakiya sabotajê li dar xistin û îmha kirin.

Di 14-17’ê Tebaxê de hêzên me li dijî leşkerên ku li derdora girê Şehîd Gafûr û qereqola Oremar’ê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê xwe bi cih kirine bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 17’ê Tebaxê de saet 19.00’an komek gerîlayên me li qada Bêzeno ya girêdayî Şemzînan’ê bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şer qewimi. Hêzên me ji mesafeyek nêz li wan dan, lê hejmara zelal a leşkerên kûştî û birîndar nehat bidestxistin.

Di 16’ê Tebaxê de saet 02.00’an artêşa TC li nêzî gundê Tilora ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê operasyonek da destpêkirin. Operasyon heman rojê danê sibehê bêencam vekişiya.

Me têkîldarî şerê ku 2’yê Tebaxê li çoltera Mûşê rû dabû daxuyanî weşandibû. Di şer de 6 leşker hatibûn kûştin û 2 jî birîndar bibûn. Di vî şerî de 2 gerîlayên me jî şehîd bûne. 

Nasnameyên gerîlayên me wîha ne:

bese aysel_small

 

 

 

Nasnav: Besê Tolhildan
Nav û Paşnav: Aysel Kûrûpinar
Cihê Jidayikbûnê: Gurgum
Navê Dayik û Bav: Zeynep – Okkeş
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2016’an /Mûş

 

 

rojhat besir_small

 

 

 

Nasnav: Rojhat Amed
Nav û Paşnav: Beşîr Arcagok
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Fatma – Alî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2016’an /Mûş

 

 

Me encamên çalakiyên hemwext ên ku 10’ê Tebaxê li dijî konvoyek leşkerî ya li ser rêya gûndê Xabûr 2 ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê û qereqola Tepê Yekmal ragihandibû. Di encama çalakiya berfireh de 15 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de 4 gerîlayên me şerekî lehengî nîşan dane û şehîd bûn.

Nasnameyên gerîllayên me wîha ne:

arhat sakir_small

 

 

 

Nasnav: Arhat Ba
Nav û Paşnav: Şakîr Ek
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Guzîde – Çelebî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

 

 

axin deniz_small

 

 

 

Nasnav: Axîn Navdar
Nav û Paşnav: Denîz Fîdanten
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Nafiye – Talat
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

 

 

rojvan ismail_small

 

 

 

Nasnav: Rojvan Hêvî
Nav û Paşnav: Îsmaîl Karakaya
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik û Bav: Nahîde – Mehmet;
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex

 

 

silan zekiye_small

 

 

 

Nasnav: Şîlan Serdar
Nav û Paşnav: Zekiye Akin
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Şerîfe – Beşîr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex



18 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG