Ji gellême û raya giştî re!
Rêheval Arhat Ba ku li Amedê ji dayik bûye û mezin bûye, dema li Zanîngeha Hacettepeyê beşa felsefeyê dixwîne, têkoşîna azadiyê dinase û piştî nasînê jî bi bayê lezê tevlî refên gerîla dibe
Ji kêliya ku tê çiyayan, li her cihî dikeve nav lêgerînek kûr û dibe xwedî têkoşînek bêeman. Wek bingeha cewhera baş, xweşik, xwezayî ya mirov çiya û gerîlayên Kurdistanê dibîne, bi daxwaz û têgihiştinek mezin xwe tevlî vê atmosferê dike û bi xwestekek mezin xwedî li têkoşînê derdikeve. Ya di dilê wî de mezin dibe, eşqa çiya û gerîla ye.
Hevalê Arhat ku sala 2012’an li çiyayên Kurdistanê tevlî gelek xebatan dibe, piştî sala 2015’an jî tevlî xebatên çapemeniyê yên gerîla dibe. Piştî li dibistana Çapemeniyê ya Şehîd Denîz Firat a di bin sêwana Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de perwerdeyê dibîne, wek nûçegîhanekî şer bi awayekî çalakî li qadên gerîla tevlî xebatan dibe. Dibe yek ji kesên ku kevneşopiya Halîl Dag a çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê bi awayekî herî çalak dimeşîne. Bêyî berf û boran, baran û herî guhdar bike, li qadên herî dijwar li çeperên gerîla digere, her dem, hêst, kelecan û kîna gerîla bi kameraya xwe tomar dike û dike malê tevahî cîhanê. Hezkirin, eşqa xwe ya gerîla bi coşeke gelekî mezin di kadraja kameraya xwe de nîşan dide. Bi taybet piştî êrîşên dewleta Tirk a ji 24’ê Tîrmehê ve, Şerê bêeman ê li Kurdistanê kêlî bi kêlî dişopîne, li her qadên ku diçê jî çalakî, şerê gerîla dişopîne. Bi gerandina govenda gerîlayan ve her kêliyên çalakiyê û girêdana azadiyê li xebatên xwe diteyisîne. Dibe yek ji ew kesên serkeftî ku ruhê pêngava pêvajoya nû ya gerîlayên Kurdistanê nîşanî cîhana derve dide. Tevahî cîhan ji kameraya wî evîna gerîla ya ji bo azadiyê, sekna serî natewîne, bi biryardariya gerîla ve êdî wê şer ji berê hê cudatir be û êdî pêvajoyek nû destpê kiriye, dişopîne.
Dibe yek ji kesên ku tarz û taktîkên gerîla ya di şer de herî baş tomar dike, çalakiyên li xeta Çelê û Qilebanê ji nêz ve dişopîne, kêliyên çalakiyê tomar dike. Hevalê Arhat, dema çalakiya helîkopterê jî ku yek ji çalakiyên nota xwe li dîroka me ya têkoşînê datîne, cihê xwe digire. 13’ê Gulana 2016’an dîmenên helîkoptera Kur li navçeya Çelê ya Colemêrgê tê xistin dikşîne, pêvajoya nû ya şer bi tevahî cîhanê dide temaşekirin. Wek hevalê ku dirûşmeya “Seat Xweş” berz dike, bê wê ruhê pêvajoyê çawa be ji tevahî cîhanê re radigihîne.
Dîsa dema çalakiya dîrokî ya li dijî qereqola Tepê Yekmal û konvoya leşkerî ya li ser rêya Xabûr 2 ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê bi çek û kameraya xwe amade bûye, di vê çalakiya mezin de piştî tomarkirinên bi 3 hevalên xwe re şehîd bû.
Hevalê Arhat wek yek ji şopdarên kevneşopiya Çapemeniya Azad, bi xebatên xwe yên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve her tim bi kameraya xwe ve di refên herî pêş ên şer de cihê xwe girtiye. Bi dil û can tevlî hemû xebatan bû. Bi her dîmenê ku kişandiyê ve derewên dijmin derxist holê. Bi dilê xwe yê wek çiya ve, tiştê ku tê gotin nabe pêk aniye. Û bi mîrateya xwe ve ji bo me di têkoşîna azadiyê de bûye yek ji şoreşgerên bi ruhê azad ê bûye sembola çapemeniya azad. Em jî wek xebatkarên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê soz didin ku em ê wek şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad ya ku hevalên Gûrbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Denîz Firat û Arhat Ba ji bo me hiştine di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe bi awayekî herî çalak bigirin, di şexsê hevalê Arhat de tevahî şehîdên xwe yên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin.
18 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG