Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk û AKP’ê ku di serî de polîtîkaya Îmraliyê tê, polîtîkayên êrîşê yên nû ku li Kurdistan’ê xistiye meriyetê û li hember siyaseta şewitandin û hilweşînê ya li Kurdistan’ê ku li Licî hate dîtin, hêzên gerîlayên me çalakiyên berfireh li dar xistin.
Di roja 18’ê Tebaxê li ser esasê Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û li hember tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo pêk tê, di şexsê Şehîdên Licê hevalên Azad Sîser û Çekdar Amed û Zinarîn Serhat de, ji bo bîranîna hevalên me yên li Şemzînan’ê şehîd bûne, hevalê me Çekdar Mahîr Serbest li dijî avahiya Emniyetê ya Bajarê Elezîz’ê çalakiyek fedaî li dar xist.
Li vê avahiya Emniyetê ku dewletê di meşandina şerê qirêj de roleke mezin dayiyê, 300-350 polîs hene. Li vê navendê ku sîxurên taybet ên girêdayî Serokwezîrtiyê amade kirine, bi sedan wesayîtên sivîl ên bi armancên leşkerî tên bikaranîn hene. Derdora avahiya emniyetê jî ji hêla lojmanên ku ji bo malbatên endamên emniyetê hatine dorpêçkirin.
Hevalê me Çekdar danê sibehê saet 09.10’an bi wesayîteke bombebarkirî ket hewşa avahiya Emniyetê, çalakiya xwe ya mezin li dar xist û avahiya emniyetê hilweşand. Di encama çalakiyê de 140 wesayîtên aîdî emniyetê, 6 wesayîtên zirxî û 12 otobusên polîsan şewitîn û teqiyan. Pêşiya avahiya emniyetê ku 5 qatî ye, piranî hilweşiya, beşên din ên avahiyê jî di astek mezin de texrîb bûn.
Di encama çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin, 105 polîs hatin kûştin ku zêdetirî 40 sîxurên taybet ên girêdayî Serokwezîrtiyê jî tê de ne, 155 polîs jî birîndar bûn. Her wiha, li gor agahiyan ji malbatên polîsan û sivîlên li emniyetê jî birîndar bûn.
Nasnameya hevalê me yê şehîd ku çalakiya fedaî li dar xist wiha ye:
Nasnav: Çekdar Mahîr Serbest
Nav û Paşnav: Kamîl(Kawa) Çelebî
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Cemîle – Mecît
Dîrok û Cihê Şehadetê: 18’ê Tebaxa 2016 / Elezîz
Di 18’ê Tebaxê ji hêla gerîlayên me ve li Navenda Şemzînan’ê ji 7 baskan ve çalakî hat lidarxistin. Kitekitên operasyona şoreşger ku duh bi kurtasî me dayî wiha ye;
Baskê pêşî; derbên hîkar li lojmanên Qemmeqamiyê hatin xistin, car caran veguheriye şer û di çalakiyê de wesayiteke bi tîpa ejder derb xwar lê hijmara kûştî û birîndaran zelal nebû.
Baskê duyê; bînahiya dersxaneyê ya Çağlayanê ya POH’ê derbeke xweş wariye û bînahî şewitiye. Li vê derê bi POH’ê re şer çêbû, wesayîteke bi tîpa Ejder derb xwar.
Baskên sêyemîn û çaremîn; Nîzamiyeya Jandarma a Navçeyê û girê wê hat hedefkirin û ji ber çûnûhate zêde ya dijmin şer derket. Li kolana Komarê wesayîteke bi tîpa Kobrayê derb xwar.
Baskên pênc,şeş û heftan jî bi bandora li mewzî û niqteyên POH’ê yên li têketa Şemzînan’ê xistin. Deh wesayitên zirxî yên POH’ê derb xwarin, di lêxistina baskên pêncan de 4 POH’î hatin kuştin, 1 Toma û 1 Akrep hatin rûxandin. Li vê derê wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra derb xwar. Di lêxistina baskê şeşan de jî konteynireke polîsan jî hedef hat girtin û hat rûxandin. Di van lêxistinan de hijmara kûştî û birîndaran zelal nebû. Di lêxistina baskê 7’an de jî du wesayitên zirxî yên bi tîpa Akrep û 1 Kobra hatin rûxandin. 1 Akrep û 1 Ejder jî derb xwar. Li vir herwiha polîsek jî hat kuştin.
Yekîneyên me yên di baskên 3 û 4’an de herêma Şapatan’ê xistin bin kontrola xwe û ji saet 07.00’an ve rêya Şemzînan-Gever’ê ji hatin û çûyinê re hat girtin. Artêşa TC’ê her çendî xwestibe ku bi tangan mudaxeleyî herêmên di kontrolê de ne bike jî, encameke cidî bi dest ve ne aniye û bi topan avêtiye hin wesayitên sivîl. Saet 09.45’an jî bi ser tangekê ve ku ber bi Şemzînan’ê ve dihat, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin û bi temamî hat rûxandin. Berêvarkî dema ku gerîlayên me gav bi gav vekişiyan bi desteka 2 Kobrayan kûşt û birîndarên xwe rakirin.
Îro sibehê saet 07.45’an dema ku konvoyeke leşkerî dixwest ji Şemzînan’ê derkeve, ji hêla gerîlayên me ve derb xwar lê hijmara kûştî û birîndaran nehat zanîn.
Di encama operasyona leşkerî de 1 tang, 2 akrep, 1 kobraya zirxî, 1 toma, 1 konteynir û 1 kamereya mobêsayê hate rûxandin; 4 ejder, 2 kobra, 1 akrep ên zirxî jî derb xwarin. Di van çalakiyan de 5 POH’î hatin kuştin, di wesayitên zirxî de jî gelek leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê bi ser Serero ya Şapatan’ê û Bêtkarokê operasyon dest pê kir. Çalakiyên ku hatin lidarxistin ji bo bîranîna şehîdên Gostê ne.
Di 17’ê Tebaxê de saet 17.00-19.00 hêzêne me li sêgoşeya Xîzan a Bedlîs’ê, Berwari ya Sêrt’ê û Miks a Wan’ê çalakiya kontrola rê kirin. Gerîlayên me li vê derê nasnameya kontrol kirin û têkildarî pêvajoyê gel hat agahdarkirin. Piştî çalakiyê li ser qadê balafirên bêmirov û helîkoptêrên bi tîpa Kobra çûn û hatin. Saet 22.30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê gund û berpalên Haret û Akkunus’ê yen Xîzan’ê dan ber bombeyan. Dîsa saet 23.00’an helîkoptêrên bi tîpa Kobra li girê Hemata, Haret û li ber palên gundên Azê xist. Piştî bombeyan rez û werz û baxçeyên gundiyan ziyan dîtin.
Di 18’ê Tebaxê berê sibehê artêşa TC’ê li qadên Nizara Azê û Deşta Xeyda operasyon da destpêkirin. Saet 08.00’an bi helîkoptêrên Skorsky xwestiye ku leşkeran li qadê deyne. Saet 09.00’an hêzên me çalakî bi ser wan de birin. Ji lêxistina nêzîk 1 jê kontra 1 leşker hat kuştin û 3 jê birîndar bûn. Piştî şerê ku rû dayî helîkoptêra Kobra li qadê xist û şewat derketiye.
Cerdevanên ku bi artêşa TC’ê re tevdigeriyan saet 13.00 paş ve vekişiyan; di dema vekişînê de araziya di navbera gundên Xalepûr û Sûrehê de yên Xîzan’ê şewitandin.
Hêzên me yên ku saet 13.00’an ji operasyonê vekişiyane li nêzî gundê Şabelûtê bi ser wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra de çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin, 8 leşker hatin kuştin û 7 jê jî birîndar bûn. Di encama şerê bûyî de, hevalê me Medenî li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê ku şehîd ketî wiha ye;
Nasnav: Medenî Dag
Nav û Paşnav: Mehmet Ozdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Ayten –Necmettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 18 Tebax 2016/Bedlîs”
Di 18’ê Tebaxê de saet 14.30’an hêzên me bi ser qereqola Ricle ya Betlîs’ê çalakiyek li dar xistin. Li ir wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra di dema pevguherandina leşker de bi çekên navîn û ferdî yên hêzên me leşkeran derb xwarin. Hijmara kûştî û birîndaran a di wesayitê de ku derb xwarî nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê derdora xwe bi tofelaqî reşandiye û li zeviyan şewat derketiye.
Di 18’ê Tebaxê de saet 12.00’an artêşa TC’ê ketiye gundê Dawûşa ya Çelê ya Colemerg’ê, mal dane valakirin û li malan geriyaye. Bi ser leşkeran de ku li malan digeriyan gerîlayên me yên YJA Starê gelek çalakiyan suîqastê kirn. Piştî çalakiyê dijmin ji gund derket.
Dİ 16’ê Tebaxê berêvarkî bi ser girê Tugaya Şirnex’ê de bi çekên navîn û ferdî çalakiyek hat lidarxistin lê hijmara kûştî û birîndarên wan nehat zelalkirin.
Di 16’ê Tebaxê berêvarî û 17’ê Tebaxê saet 06.00’an gerîlayên me rêya Şirnex-Sêrt’ê kirin bin kontrola xwe, kontrola nasnameyan kirin û têkildarî pêvajoyê gel hat agahdarkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê li nêzî gundê Mila Kêrê xwest ku bi ser hêzên me de were. Saet 10.30’an gerîlayên me ji girekî asê leşker kirin bin kontrola xwe û çalakiyek bi ser wan de anîn. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 1 jê jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê xwest ku bi wesayitên zirxî êrîşê bîne ser hêzên me. Hêzên me bi çekên giran derb li wesayitên zirxî yên bi tîpa Kobra xistin. Herwiha hêzên me heya 01.00’an bi hawanan li qada ku leşker lê ne, xistin. Hijmara kûştî yê leşkerên vê derê nehatin zelakirin.
Komeke me ya dî ya gerîlayan jî rêya Şirnex- Navyana Şêxa xistin bin kontrola xwe, li vê derê têkildarî tecrîda li ser Rêbertiyê agahdarî hatin kirin. Rêyên ku hatine girtin heya 18’ê Tebaxê di destê hêzên me de man.
Di vê navê de artêşa TC’ê ji tabûra Çelê Nimêja, Qereqola Qeymaqami ya Kaniya û Tugaya Şirnex’ê bi çekên giran li Mila Kêrê, Rîsor û Navya Şêxan xist. Di encamê de hemû zeviyaên heyî şewitîn.
19 Têbax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG