HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 18’ê Tebaxê de saet 12.40’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên ku xwe li derdora girê Şehîd Hozan ê li qada Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin îmhakirin ku yek jê çepera çeka giran bû, di encama lêdanên bi bandor de ku ji mesafeyek nêz bi çekên giran pêk hat, bi giştî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên li derdor qad dan ber obus û hewanan. Saet 21.00-22.00’an artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin.

Di 19’ê Tebaxê de saet 09.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li girê Şehîd Hozan çalakiyên sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin, her wiha leşkerek jî birîndar kirin.

Di 19’ê Tebaxê de saet 08.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku li ser rêya qereqola Karataş a li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê rê kontrol dikirin û li hember wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 19’ê Tebaxê de saet 09.00’an gerîlayên me li dijî leşkerên ku xwe li Girê Azmanan ê girêdayî navçeya Silopi’ya ya Şirnex’ê bi cih kiribûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 19’ê Tebaxê de saet 09.30’an hêzên me li dijî Tabûra TRT Gabra a girêdayî Şirnex’ê bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 18’ê Tebaxê de saet 08.45’an hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Gas a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê qereqolan derdora xwe dan ber çekên giran.

Di 17’ê Tebaxê artêşa TC li qada gundê Şêmse yê Sêrt’ê  û gundên Xirbekor, Zinka, Êdilê û Belenkê yên girêdayî Êlih’ê operasyonên hemwext li dar xistin. Operasyona li Sêrt’ê heman rojê danê êvarî, ya li Êlihê jî roja 18’ê Tebaxê bêencam vekişiya.

Di 19’ê Tebaxê de saet 11.00-12.00’an 2 helîkopterên bi tîpa Kobra li qada Çarçe ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrt’ê dan. Agirê di encama vê de bi eraziyê girt, dewam dike.

2 operasyonên cuda yên ku artêşa Tirk li mintiqayên Şapatan, Serero , Bêtkarok ên girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê û mintiqayên Gostê û Kurê Mizgeftê li dar xistin, hê jî dewam dikin.

20 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG