Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 17'ê Tebaxê û vir ve, yekîneyên artêşa TC li bejahiya gundên Paçanê, Bozka û Karahîsar ên ser bi bajarokê Xoşab ê navçeya Wan Elbak’ê, bi 200-250 leşkeran kemînê datînin . Liv û tevgera leşkerî ya li vê derê hê dewam dike.
Di sibeha 19'ê Tebaxê de artêşa TC li gundên Aşkta û Karaxpula yên Elbak’ê derket operasyonê. Operasyon danê êvarê saet di 17:00 de bi rengekî bê encam qediya.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; di roja 19'ê Tebaxê de saet di 15:30 de hêzên me li hemberî wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Kobra ya li ser rêya Wan-Qelqeli’yê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de ev wesayît bi temamî îmha bû û 8 leşker hatin kûştin. Nûçeyên medya Tirk ku gotin 'çend leşker di vê çalakiyê de birîndar bûne' ne rast in. Piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorskyk leşkerên birîndar hatin rakirin û birine Wan’ê.
Di roja 20'ê Tebaxê de saet di 19:00 de gerîlayên me YJA Starê li hemberî leşkerên li qereqola Bableşin a navçeya Wan Elbak’ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin. Her du çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Baz û Bahoz ên di sala 2015'an de li Qelqeliyê şehîd bûnê hatin lidarxistin.
Di 20'ê Tebaxê de saet di 16:30 de, hêzên me li leşkerên artêşa TC ên li dora girê Şehîd Hozan ê li herêma Bînbîr a navçeya Colemêrg Gever’ê bi cih bûbûn, xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kuştin.
Di 17'ê Tebaxê li bajarokê Komur ê navendan Semsûr’ê, yekîneyeke me ya gerîla ya bi erka xwe radibû, bi yekîneyeke veşartî ya artêşa TC hesiya û derbên xurt lê da. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vir nehat zelakirin.
Rojên 17, 18 û 19'ê Tebaxê artêşa TC li derdora gundên Ozika, Dilkiya, Akçali Kotir, Şexler, Kîstan, Koçalî û Gomika yên li herêma Xidsor a navenda Semsûr’ê derket operasyonê û kemîn danî. Leşkerên artêşa TC avêtin ser gundê Ozika û li vir gelek kes binçav kirin. Her wiha zexteke giran li gundên Elewiyan ên li vê herêmê dikin. Operasyon roja 19'ê Tebaxê qediya, lê yekîneyên veşartî hê li qadê ne.
Di 14'ê Tebaxê de, artêşa TC ji bajarokê Pasîtlî yê navçeya Dîgor a Qers’ê heta navçeya Dîgor’ê li herêmeke berfireh a bejahî dest bi operasyonê kir. Operasyon di heman rojê de qediya.
Di roja 20'ê Tebaxê de saet di 04:30 de, gerîlayên me xwe berdan nava qereqola Kalecîk a navçeya Hasanbeylî ya Osmaniye’yê. Di vê çalakiyê de çeperek hedef hat girtin û îmhakirin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin.
Kesê bi navê Medenî Konak ê di sala 2015'an de li herêma Omerya ya Mêrdîn’ê cerdevanî û karê JÎTEM'ê dikir, ku tevî hemû hişyariyan jî ev yek dewam dikir, di Cotmeha 2015'an de hat cezakirin. Karê ajankirinê yê vî şexsî îro ji aliyê birayê wî Ekrem Konak ve tê dewamkirin. Bila gelê me li hemberî karê kontra û ajankirinê yên dijmin bi destê vî şexsî dike, hişyar be.
21 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG