Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 21'ê Tebaxê li navçeya Colemêrg Gever’ê, gerîlayên me bi çekên giran li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li derdora girê Şehîd Gafûr ê herêma Oremar’ê bi cih bûbûn çalakî lidar xistin . Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatine kûştin û birîndar bûne nehat zelalkirin, lê piştî çalakiyê ji qerqeola Oremar’ê girê Şehîd Faraşîn bi obus û hawanan hat bombekirin û şewat li vir derket.
Di roja 21'ê Tebaxê hêzên me li herêma navbera navçeyên Nisêbîn û Mîdyat’ê yên Mêrdîn’ê rê kontrol kirin. Rê heta danê êvarê di bin kontrola hêzên me de ma. Piştî çalakiyê artêşa TC li herêmê dest bi operasyonê kir û li hin cihan şer derket. Agahiyên li ser operasyonê dema bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Di 21'ê Tebaxê, hêzên me li hemberî maşîneke zirxî ya polîs tê de bûn li ser rêya Riha-Wêranşar’ê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de maşîn îmha bû. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me roja 20'ê Tebaxê de saet di 21:00 de, li hemberî nuqteya polîsan a li ser sêrrêya li taxa 27 Mayis a navçeya Amed Pîran’ê çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 3 polîs birîndar bûn.
Li ser encamên operasyona li Şemzînan’ê ya 13'ê Tebaxê beriya niha daxuyaniyeke me ya berfireh hatibû dayîn. Me agahiyên nasnameyên hevalên xwe yên di vê operasyon û şerî de şehîd bûne, bi raya giştî re parve kiribûn. Hevalê me Bager ê ku xwedî heman navê şehîdekî ye û li herêmeke din li ser wezîfeya xwe ye, bi şaşitî şehîd hatibû îlankrin. Ji ber vê şaşitiyê em ji malbata wî ya hêja û gelê xwe lêborînê dixwazin.
Nasnameya gerîlayê me wîha ye:
Nasnav: Bager Elbak
Nav paşnav: Yûsûf Yakût
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulsum-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg
22 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG