HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 21'ê Tebaxê de saet di 06:00 de hêzên me li ser rêya Midyat û Nisêbîn’ê rê kontrol kirin. Heman rojê, artêşa TC saet di 12:00 de bi helîkopterên Kobra gule li herêma çalakiyê û derdora wê reşandin. Ji ber vê gulereşandinê, wesayît, dehl û rezên sivîlan zerar dîtin. Saet di 15:30 de, bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra, helîkopterên Skorsky leşker danîn herêmê û operasyon hat destpêkirin. Dema helîkopterên Skorsky leşker datanîn, hêzên me bi çekên ferdî û navîn li helîkopteran dan û helîkopterek neçar ma xwe vekişîne. Li vê derê leşkerek hat kuştin. Danê êvarê saet di 19:00 de, leşkeran hewl dan xwe berdin qada hêzên me. Hêzên me bi vê hewldanê hesiyan û li van leşkeran dan. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Kobra, saet di 21:00 de li herêmê dan. Sibeha 22'ê Tebaxê de saet di 06:30 de di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Her wiha leşkeran li vê derê gule li wesayîteke sivîl a di rê de derbas dibû, reşandin.

Di roja 22'ê Tebaxê de saet di 05:00 de, gerîlayên me ji bo bîranîna Roza Efrîn û hevrêyên pê re yên li Dersîmê şehîd bûne, li navçeya Qisleyê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Gerîlayên me ji 7 baskan ve avêtin ser nuqteyên leşkerî yên dagirkerên li navçeyê. Di vê çalakiyê de avahiya emniyetê, edliye, avahiya hikûmetê, lojmanên polîsan û tabûra komando hedef hatin girtin. Derbên giran li hêzên dijmin hat xistin, gelek çeper hatin xistin, maşînên zirxî hatin rûxandin û derb li helîkoptereke bi tîpa Kobra hat xistin. Yekîneyên dewletê yên ketin nava şoqek mezin, gelek kuştî dan. Encamên vê çalakiya berfireh wê piştre bên eşkerekirin.

Leşkerên ji ber çalakiyê ketin nava panîkê gule li malên li derdorê reşandin. Di êvara 22'ê Tebaxê de li gelemperiya navçeyê derketina derve hatiye qedexekirin.

Hêzên gerîlayên me di roja 21'ê Tebaxê de saet di 21:00 de li ser rêya Riha-Wêranşar’ê li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Akrep, çalakiya sabotajê pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 4 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.

Di 22'ê Tebaxê de saet di 08:30 de, hêzên me li navçeya Mêrdîn Kerboran’ê, li hemberî girekî ewlekariya bendava Ilisû çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên li vî girî hatin xistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin û derb li panzerekê hat xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi wesayîtên transît rakir.

Artêşa TC’ê di roja 22'ê Tebaxê de saet di 12:00 de li gundê Govikê yê navçeya Elkê ya Şirnex’ê operasyonek da destpêkirin. Leşkeran li vî gundî lêgerîn kirin. Piştî nîvro jî saet di 17:00 de hêzên me baskekî operasyonê xistin bin kontrola xwe û lê dan. Di encamê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Operasyon heman rojê saet di 22:00 de qediya.

Di roja 22'ê Tebaxê de saet di 16:30 de, li hemberî yekîneyên veşartî yên artêşa TC ên li mintiqeyên Boristan û Xeta Som ên li herêma Çemçê yê navçeya Qaxizman a Qers’ê çalakî lidarxistin. Li vir leşkerek hat kuştin.

Hêzên me di roja 22'ê Tebaxê de saet di 16:00 de, li ser rêya navbera qereqola Elemûn û girê Şehîdan ê li herêma Qilaban a Şirnex’ê, li dijî kontrayekî çalakiyek pêk anîn. Wesayîta kontra tê de bû îmha bû û kontra hat kuştin.

23 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG