HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Fermandariya me ya HPG’ê ya Sehaya Dersîmê ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê,  li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo dewam dike û êrîşên li dijî gelê Kurd pêk tên, li dijî yekîneyên dewleta dagirker û nuqteyên wan çalakiyek berfireh li dar xist.

Gerîlayên me navenda Midûriyeta Emniyetê, avahiya Bargeha Leşkerî, avahiya Edliyeyê, Qesra Hikûmetê, lojmanên polîsan û Tabûra Komandoyan hatin hedefkirin û her wiha Tabûra Leşkerî ya li derdora navenda navçeyê jî hat hedefkirin.

Di 22’yê Tebaxê di danê sibehê de saet 05.00’an operasyona şoreşgerî hat destpêkirin, yekîneyên me yên gerîla ji 7 baskan ketin navçeya Qislê. Baskên Şehîd Destan, Şehîd Firat, Şehîd Helîn bi roketavêjan, çekên ferdî û bombeyên destan ve li Midûriyeta Emniyetê dan, çalakiya li vir heta saet 07.00’an dewam kir. Piştî lêdanên bi bandor, hêzên gerîlayên me ber bi Navenda Emniyetê ve ketin êrîşê, tevahî çeper û wesayîtên zirxî yên li vir rûxandin û bêkêr kirin. Ji ber gelek roket li avahiya emniyetê ketin jî tevahî qatên wê şewitîne. 2 wesayîtên Ranger, 1 Akrep, 1 BTR (Wesayîta Zirxî ya Personelan) û 1 wesayîta zirxî ya Kobra jî bi roketan hatin rûxandin. Di wesayîtên zirxî yên hatin îmhakirin de bi giştî 10 polîs hatin kûştin. Li avahiya emniyetê jî 40-50 polîs û tîmên taybet hene. Di encama çalakiya bi bandor de piraniya van polîs û tîmên taybet hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Dema wesayîtek panzer a li ber emniyetê hewl da bireve jî hevalê me Masîro ji mesafeyek nêz lê da û li vir şehîd bû. Yekîneyên me yên din bi awayekî bi bandor li vê panzerê dan. Di encama van lêdanan de jî panzer li gel polîsên tê de îmha bû.

Baskê çarem ê Şehîd Dijwar jî avahiya Edliyeyê û Qesra Hikûmetê kirin hedef û ji mesafeyek nêz bi roketavêjan, BKC û bombeyan lê dan. Kulubeya nobedê ya li ber avahiyê îmha bû, 2 wesayîtên sivîl (bi armancên leşkerî dihatin bikaranîn) ên li ber Qesra Hikûmetê, avahiyên Qesra Hikûmetê û Edliyeyê şewitîn. Gerîlayên me çalakî bi serkeftî meşandin, bi çalakiyê  li ser gelek hedefên aîdî hêzên dewletê serwerî bi dest xistin, ala Tirk a li ber edliyeyê daxistin û li şûna wê ala Partiya me PKK’ê daliqandin. Baskekî din jî lojmanên polîsan kirin hedef û bi çekên nîv otomatîk û ferdî lê dan. Wesayîtek zirxî ya bi tîpa Ranger ku li nêzî lojmanan bû, rûxiya. Kulubeyek li ber lojmanên polîsan, tevî polîsên tê de bi çalakiyek ji mesafeyek nêz ve îmha bûn. Di encama van lêdanan de 3 polîs hatin kuştin. Di van çalakiyan de ku li dijî lojmanan hatin lidarxistin, bi zelalî 7 polîs hatin kûştin. Li vir ji ber hevalekî mey ê fermandarî ji vî baskî re dikir birîndar bû, çek û agahiyên li ser polîsan nehatin rakirin.

Baskê pêncemîn ê Şehîd Kemal jî berê xwe da bargeha Leşkerî, 4 leşkerên li ber bargehê kuştin.

Baskê şeşemîn ê Şehîd Dogan jî wesayîtên zirxî yên ji Tabûran ji bo mudaxeleyê dihatin Qisleyê kirin hedef. 2 wesayîtên zirxî yên Kobra û 1 BTR bi roketan hatin hedefkirin. Di encam de wesayîta bi tîpa Kobra îmha bû, her du wesayîtên din jî derb xwarin û dîsa neçar man vegerin Tabûrê. Di wesayîta Kobra de ku hate rûxandin, bi giştî 8 leşker hatin kûştin, hin ji wan jî birîndar bûn.

Baskê heftemîn ê Şehîd Sefkan jî li dijî leşkerên ku xwe li qûntarên Girê Şehîd Delîl ê girêdayî Qisleyê bi cih kirine çalakî li dar xist. Di encama çalakî û şer de ku 2 saetan dom kir, bi zelalî 6 leşker hatin kûştin. 2 wesayîtên Kobra û helîkopterek bi tîpa Skorsky bi armanca destwerdanê hatin vê qadê, lê hêzên me bi çekên lûledirêj ew kirin hedef.  Helîkopter û wesayîtên derbe xwarin neçar man vekişin.

Ji hêla gerîlayên me ve tevahî wesayîtên aîdî dewletê yên li navenda navçeyê hatin şewitandin, gelek avahiyên dewletê bi bandor hatin hedefkirin û bi van çalakiyan jî hatin bêkêrkirin. Di çalakiyan de ku li navenda navçeyê pêk hatin, endamên yekîneyên berxwedanê yên YPS û YPS’ê JIN’ê jî tevkarî kirin.

Piştî çalakiyên berfireh, gerîlayên me ji saetên sibehê bi awayekî serkeftî xwe kişandin.

Artêşa Tirk gelek polîs û leşkerên xwe yên kûştî û birîndar sewqî nexweşxaneyên li navenda Dersîm û Elezîzê kirin. Piştî çalakiyê, leşker û polîsan ketober gelek mal û wesayîtên sivîlan dane ber guleyan. Li tevahiya vê herêmê, piştî çalakiyê operasyon hatiye destpêkirin.

Di encama çalakiyên me de kêmanî 38 polîs û leşker hatin kûştin, gelek wesayîtên zirxî tevî leşker û polîsên tê de hatin îmhakirin.

Di encama çalakiyên me de ku bi ruhê Fedaî yê Apoyî pêk hat, 2 gerîlayên me şehîd bûn.

23’yê Tebaxê li qada Bezik a girêdayî navçeya Qisleyê ji hêla artêşa TC operasyonek berfireh hatiye destpêkirin. Helîkopterên Kobra ketober li eraziyê dan, danê êvarî saet 19.00’an balafirên şer heman qad bombe kirin. Li vê qadê mabeyna yekîneyek gerîlayên me û leşkerên ku tevlî operasyonê bûne şer rû da. Detay wê piştre bên parvekirin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne: 

masiro kadri_small

 

 

 

Nasnav: Masîro Şoreş
Nav û Paşnav: Kadrî Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Fatma – Sabrî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’yê Tebax 2016/ Dersîm

 

 

zilan kaniye_small

 

 

 

Nasnav: Zîlan Stêrk
Nav û Paşnav: Kaniye Yildiz
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Kasîde – Osman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 22’yê Tebax 2016/ Dersîm

 

 

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; di 22’yê Tebaxê de saet 22.00’an hêzên me li dijî qereqola Darînos a girêdayî navçeya Şax a Wan’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. Hêzên me ji 5 baskan ve bi awayekî bi bandor li 12 çeperan xistin, 3 bask jî ket êrîşê. Li hemberî gerîlayên me ku hê neketibûn nîzamiyeyê, leşkeran dest ji cihên xwe berdan û reviyan. Li ser vê jî 6 çeperên li nizaniyeyê û derdora wê bi çekên ferdî û bombeyên destan ve bi awayekî bi bandor hate hedefkirin. Çeperên li vir hatin rûxandin; gerîlayên me çûn ser 3 cenazeyên leşkeran.

Her wiha, hêzên me bi çekên roketavêjê yên RPG-7 ve çeperên çeka A-4 û tank îmha kirin; gelek çeperên li derdora qereqola jî hatin derbkirin. Di encama çalakiyê de leşkeran dest ji çeperên xwe berdan û ber bi gundê Darînosê ve reviyan. Li vir jî 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi 3 helîkopterên bi tîpa Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakir navenda Wan’ê û navçeya Mehmûdî. Di 23’yê Tebaxê artêşa TC li derdora qereqolê dest bi operasyonekê kiriye û di heman rojê de bêencam vekişiyaye. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me hat lidarxistin.

Di 23’yê Tebaxê de saet 14.15’an hêzên me li dijî leşkerên ku li Tabûra Girê Cotyar a li Şirnex’ê di navbera wesayîtên bi tîpa Reo kom bibûn, çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 22’yê Tebaxê de saet 16.00’an hêzên me di rêya navbera qereqola Elemûn û girê Şehîdan de ku li çoltera navçeya Qileban a Şirnex’ê ye, li dijî kontrayekî çalakiya sabotajê li dar xist. Piştî çalakiyê, roja 23’yê Tebaxê de saet 14.00’an de hêzên me li dijî wesayîtek zirxî ya hat cihê bûyerê jî çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît rûxiya, 4 leşker hatin kûştin, yek jê ustegmen e.

Di 23’yê Tebaxê de saet 10.30’an hêzên me di navbera qereqolên Mamreş û Bêzokê de ku girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê ne, li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin û ev wesayît bi temamî şewitiye û îmha bû. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran li qada çalakiyê da.

Di 21’ê Tebaxê di danê sibehê de artêşa TC li çoltera gundê Kaypak ê girêdayî navçeya Hasanbeylî ya Osmaniye’yê operasyonek daye destpêkirin. Di 22’yê Tebaxê de saet 09.00’an yekîneyek gerîlayên me yekîneyek ku kemîn daniye ferq kir û çalakî li dar xist. Li vir kuştiyên dijmin çêbûn, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin. Operasyon 23’yê Tebaxê di danê êvarî vekişiya.

Di 20’ê Tebaxê danê êvarî de artêşa TC li gundên Ewêna, Cilîn, Şûtê, Kevsan, Qirdîlek, Quzerîp, Derîş û Cirze yên girêdayî navçeya Stewrê a Mêrdîn’ê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon, 23’yê Tebaxê di danê êvarî de bêencam vekişiya.

Di 21’ê Tebaxê komek gerîlayên me dema li gundikê Xendek ê girêdayî gundê Çevîrmen a navçeya Tekman a Erzirom’ê diçûn wezîfeyê bi leşkeran re hevrû bûn û şer qewimi. Li vir 2 gerîlayên me şehîd bûn, sivîlekî li qadê jî ji ber gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da.

Nasnameyên 2 gerîlayên me wiha ne:


berxwedan nuri_small

 

 

 

Nasnav: BerxwedanJiyan
Nav û Paşnav: Nûri Kaçmaz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Emîne – Huseyîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebax 2016 / Erzirom

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Orhan Sêrt
Nav û Paşnav: Hakî Atakan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Edîbe – Îbrahim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 21’ê Tebax 2016 / Erzirom



24 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG