Ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo û êrîşên qirkirinê li dijî artêşa Tirk çalakiyên berfireh li dar xistin, derbeyên giran lê dan.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de 24’ê Tebaxê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li dijî girekî ku artêşa TC li derdora gundê Qilêdar’ê ya girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê girtine, çalakiyek berfireh li dar xistin.
Hêzên me ji du baskan ketin gir, ji mesafeyek nêz ve bi çekên nîv otomatîk û ferdî, ji 12 çeperan 11 heb bi temamî îmha kirin. Gelek çeper jî bi bombeyan kirin hedef û gerîlayên me çûn ser cenazeyên 17 leşkeran. Li gelek çeperan şewat derket, ji tevahî çeperan çek nehatin rakirin, dîsa qasî ku hatiye tespîtkirin jî 21 leşker birîndar bûn.
Di encama çalakiyê de çekên ku ji ser leşkeran hatin rakirin wiha ne;
5 çeka G-3
1 çeka BKC
1 Termal û miqtarek amûrên leşkerî.
Piştî çalakiyê artêşa TC li giştî qadê operasyona da destpêkirin. Piştî çalakiyê têkîliyên me bi gerîlayekî me re qut bûye.
Di 22’yê Tebaxê de saet 08.00’an gerîlayên me rêya Farqîn-Pasûr ên Amed’ê xistin bin kontrole. Dema çalakiya kontrolkirina rê, di wesayîtekê de kontrayekî xwînmij hate tespîtkirin. Ev kontraya hewl da bireve, li ser vê gerîlayên me gule lê reşandin û ev kes bi birîndarî ji herêmê reviya. Navê kontrayê ku bi birîndarî reviya Erhan Koçaga ye.
Di 24’ê Tebaxê danê êvarî de saet 18.05’an hêzên me ji du baskan ve li dijî Qereqola Sûveren a girêdayî navçeya Dara Hênê çalakî li dar xistin. Baskê yekem, tank û leşkerên li ser kirin hedef. Li vir bi zelalî leşkerek hat kuştin. Baskê duyemîn jî nîzamiye û avahiya qereqolê da ber xwe. Qasî ku bi çav hate dîtin leşkerekî din jî hat kuştin. Hejmara kûştî û birîndaran li vir zêde ne, lê nehatin zelalkirin.
Di 23’yê Tebaxê artêşa TC li qada Bezik a girêdayî navçeya Qisleyê operasyonek dabû destpêkirin. Helîkopterên Kobra ketober li eraziyê dan, danê êvarî saet 19.00’an balafirên şer heman qad bombe kirin. Li vê qadê mabeyna yekîneyek gerîlayên me û leşkerên ku tevlî operasyonê bûne de şer rû da.
3 roj in, operasyona li derdora Qisleyê dewam dike. 24’ê Tebaxê de saet 00.00’an helîkopterên Skorsky li derdora girên Hengirwan û Hakîsê leşker danîn. Piştre jî helîkopterên Kobra ev qad kirin hedef. Ev operasyona Geliyê Xarçikê jî digire nav xwe.
Di 20’ê Tebaxê artêşa TC li qada Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlik’ê operasyonek dabû destpêkirin. Artêşa TC xwe li qûntarên Batûwa, Koordîne û Kara Cehennem bi cih kirin. Hêzên me di 23’yê Tebaxê de saet 10.00’an li baskekî operasyonê da û 4 leşker kuştin. Heman rojê saet 13.30’an balafirên şer qad bombe kir. Di 24’ê Tebaxê dema leşkeran hewl dan bikevin daristana Kizilagaçê, gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin û li vir 2 leşkerên din jî hatin kuştin. Di 25’ê Tebaxê operasyon bi qismî vekişiya, li hin qadan jî operasyon hê dewam dike.
Di 21’ê Tebaxê de saet 23.30’an li gundê Aricilar ê girêdayî navçeya Sancak a Çewlik’ê, dema komek gerîlayên me diçûn wezîfeyê bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şer rû da. Di şer de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin; bi 2 gerîlayên me re têkîliyên me qut bûne. Her ku têkîldarî bûyerê agahî hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
Di 24’ê Tebaxê de saet 12.30’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî leşkerên qereqola Birikar a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê 2 çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyan de leşkerek hat kûştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran li eraziyê da û şewat derket.
Di 24’ê Tebaxê de saet 17.30’an qadên Çiyayê Biçûk û Çiyayê Mezin ê girêdayî qada Sason a Êlih’ê ji hêla balafirên şer ên TC hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi eraziyê girtiye.
Di 25’ê Tebaxê de saet 09.00’an artêşa TC hewl da xwe li mintiqayên Deriyê Berroja û Deriyê Meydana yên girêdayî qada Besta ya Şirnex’ê bi cih bikin. Li ser vê gerîlayên me yên YJA Starê çalakiya sabotajê li dar xistin û 4 leşker hatin kuştin.
Di 24’ê Tebaxê de saet 14.00-17.00’an gerîlayên me yên YJA Starê li ser rêya Şirnex-Navyana Şêxan’ê çalakî li dar xistin. Hêzên me nasname kontrol kirin û têkîldarî pêvajoyê gel agahdar kirin. Dema çalakiyê de tevî hişyariyê jî wesayîtek nesekiniye û hêzên me bi çekên ferdî li vê wesayîtê dan.
Di 24’ê Tebaxê de saet 11.45’an û saet 16.00’an hêzên me li dijî girê Genîş ê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.
Di 18’ê Tebaxê artêşa TC li qadên Şapatan, Soranser û Bêtkarokê operasyonek dabû destpêkirin. 20’ê Tebaxê saet 12.00’an hêzên me li dijî yekîneya leşkerî ya li Qirika Seraroyê çalakî li dar xistin. Ji mesafeyek nêz ve leşker hatin hedefkirin û 4 jê hatin kuştin. Operasyon, 23’yê Tebaxê vekşiya.
Di 24’ê Tebaxê de saet 08.20’an, demak komek leşker li hewşa qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê kom bûn, li himberî van leşkêran çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên giran pêk hat, 2 leşker hatin kuştin.
Di 19’ê Tebaxê ber bi danê êvarî, di operasyonan de ku artêşa TC li derdora gundê Harûniye ya girêdayî navçeya Golkoy a Ordû’yê li dar dixe, bi leşkeran re şerekî demkurt qewimi. 21’ê Tebaxê di şer de ku mabeyna yekîneyek gerîlayên me ku li wezîfeyê bûn û leşkeran de pêk hat, gerîlayekî me şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bê ragihandin.
Di 22’yê Tebaxê artêşa TC li nêzî gundê Rezan ê di navbera Colemêrg û Wan’ê de operasyonek daye destpêkirin. Operasyon, di 23’yê Tebaxê bêencam vekişiya.
Li qadê Hotê ya di navbera Mêrdîn’ê û Mehsertê de mabeyna cerdevan û polîsên Tirk de şer qewimi û li vir cerdevanek miriye, polîsek jî birîndar bûye. Medyaya şerê taybet vê bûyerê berevajî dike, hewl didin wek şerekî navbera hêzên me û cerdevanan de bidin nîşandan. Rûyê vê bûyerê yê rast ew e ku xwe bi xwe ketine hev.
25 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG