HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Ji ber tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo û ti agahî ji Rêbertiya me nayê girtin, ji hêla tîmek me ya fedaî li Cizîrê çalakiyek berfireh ku bi dehan polîs tê de hatin kûştin, hate lidarxistin. Detayên têkîldarî vê çalakiyê wê sibehê werin parvekirin.

Di 25’ê Tebaxê li ser rêya Artvîn-Şavşat’ê, li mintiqeya Soguksuyê, piştî ku agahî hate standin konvoyeke leşkerî wê derbas bibe, piştî nîvro saet 13.45’n hêza me ya li qadê cimseyeke JOH’ê ya li pêşiya konvoyê bi mebesta rûxandina wê, ji xwe re kiriye hedef û cimseyê derbeke serkeftî xwariye. Her çendî dewleta Tirk encamên vê çalakiyê weke 1 kûştî û 2 birîndar dabin jî, ev ne rast e, di vê çalakiya bi bandor de gelek JOH’î hatin kuştin.

Bi teqezî haya hêzên çalakger jê nîn bû ku konvoya Serokê Giştî yê CHP’ê heye. Di dema çalakiyê de hay jê çêbûne ku konvoyeke sivîl heye û jixwe li gel ku wesayita Kemal Kiliçdaroglu ketiye ber mesafeya me ya lêxistinê jî ti êrîş lê nehat kirin. Ne bi giştî Gerîlayên me û ne jî hêzên  me yên xwecih ne  xwedî planeke bi vî rengî ne. Armanca çalakiyê tenê hêzên ewlekariyê yên dewleta Tirk in. Ev çalakî ji hêla Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rizgar û hêzên TŞYG’ê ve bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo hatiye pêkanîn

Di 24’ê Tebaxê de saet 15.00’an û 25’ê Tebaxê saet 13.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li mintiqa girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bi cih kiribûn, çalakiyên sûîqestê li dar xistin û di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Di 24’ê Tebaxê de saet 22.00’an artêşa TC bi pêgerên hewayî yên bi mirov û helîkopterên Kobra re li qada gundên Talê, Derava Talê û Pagê yên Colemêrg’ê operasyon daye destpêkirin. Artêşa TC di operasyonê de qad da ber obus, hewan û bombebarana helîkopterên Kobra. Di 25’ê Tebaxê de nêzî 30 wesayîtên zirxî ketiye gundê Talê. Operasyon hê jî dewam dike.

Di 25’ê Tebaxê de saet 12.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Rahîme yê li qada Oremar’ê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqola Oremar’ê girê Şehîd Dîren da ber çekên giran.

Di 25’ê Tebaxê hêzên me li nêzî gundê Deywanê yê mabeyna navçeyên Kerboran û Midyad ên Mêrdîn’ê li ser rêya ku diçe Bendava Ilisûyê çalakiya kontrola rê li dar dixin. Di vê çalakiyê de wesayîteke ku ji bendavê re malzeme dibir ranewestiya û reviya. Li ser vê jî hêzên me bi çekên ferdî wesayît derb kir.

Di 25’ê Tebaxê de saet 19.30’an hêzên me navbera gundên Germav û Karçanê yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Li vir 2 kesên ku bi dewlet û AKP’ê re dixebitîn hatin binçavkirin.

Di 19’ê Tebaxê artêşa TC li qada Sînega ya Agiri’yê operasyonek daye destpêkirin. Heman rojê saet 15.00’an mabeyna hêzên me û leşkeran de şerekî dijwar rû da. Şer heta 20’ê Tebaxê saet 15.00’an dewam kir. Li vir zêdetirî 10 leşker hatin kuştin. Di şer de 4 gerîlayên me şehîd bûn. Di 23’yê Tebaxê komek gerîlayên me yên ji qada operasyonê derketin, li qada Çemçê careke din ketin nav şer û li vir gerîlayekî me şehîd bû. Dema agahiyên nasnameya hevalê me yê şehîd zelal bibe wê bi raya giştî re bê parvekirin.

Di 24’ê Tebaxê de saet 19.00’an gerîlayên me li dijî qereqola Bîlgeç a girêdayî navçeya Pilûr a Dersîm’ê çalakî li dar xistin. 7 leşkerên li pêşiya qereqolê hatin hedefkirin, ji van 4 hatin kûştin, ên din jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC qadên derdora ketober gulebaran kir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên MLKP’ê yên li Pilûrê şehîd bûn hat lidarxistin.

Di 25’ê Tebaxê danê êvarî de saet 00.00’an artêşa TC rêya Dersîm-Erzîngan’ê li trafîkê girt, li geliyê Harçik qûntarên Malaxebat, Dokûzkayalar, Zargê û Hingirvan operasyon da destpêkirin. Ber bi danê sibehê saet 03.30’an helîkopterên Kobra li geliyê Harçikê xistin, bi hewanan bombe kirin. Danê sibehê saet 06.00’an helîkopterên Kobra qûntarên Zargê û Dokûzkayalar bi dijwarî bombe kirin. Ev operasyon danê êvarî saet 20.30’an vekişiya.

Di 23’yê Tebaxê artêşa TC li qada Bezik a girêdayî Pilûrê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de 2 gerîlayên me birîndar bûn, dema gerîlayên me yên birîndar dihatin derxistin jî helîkopterên Kobran, balafirên şer û bi hewanan qad hat bombekirin, bi 2 gerîlayên me yên birîndar re 4 gerîlayên me yên din jî şehîd bûne.

Di 26’ê Tebaxê (îro) danê sibehê de saet 06.00’an li derdora Wargeha Şehîd Rustem ya li nêzî bajarokê Maxmûr’ê ku 60 kîlometreyan dûrî Hewlêr’ê ye û girêdayî Mûsilê ye, çeteyên DAÎŞ’ê ketin nav hewldanek êrîşê. 2 çeteyên xwekuj ji hêla Semta Yekem a li başûrê wargehê hewl dan êrîş bikin, piştî ji hêla gerîlayên me û yekîneyên Xweparastinê hatin ferqkirin hatin hedefkirin. Di şerê demkurt de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî bêyî bigihêje tu derê xwe teqandiye. Her du çete jî hatin kuştin, dema şer de gerîlayek me jî şrhid bû. Dema şer de ji şêniyên wargehê welatparêzê bi navê Mehmet Arîf jî jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya gerîlaya me wiha ye:

deniz oya_small

 

 

 

Nasnav: Denîz Binevş
Nav û Paşnav: Oya Delî
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan
Navê Dayik û Bav: Gulîzar - Îsmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2016’an / Maxmûr



26 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG