Ji çapemenî û raya giştî re!
Di operasyona berfireh a ku artêşa Tirk 23’yê Tebaxê li qada Bezik a navçeya Pilûr a Dersîm’ê dabû destpêkirin. Di van operasyonana de 6 hevrêyên me bi lehengi şer kirin û gihîştin şahadetê
Hevalê me Adil Botan ku 23’ê Tebaxê di operasyona berfireh a artêşa TC de ku li qada Bezik a girêdayî navçeya Pilûr a Dersîm’ê li dar xist, dema hewl dida hevalên xwe yên birîndar ji qadê derxîne û rizgar bike şehîd bû, bi têkoşîna xwe ya bi israr û baweriya xwe ve sekna mînak a milîtanî nîşan daye. Hevalê Adil ku tespît kiribû ku PKK’e di hêza wateyê de xwe gihandina her cure kûraniyê ye, gelek wezîfe û berpirsiyarî li xwe girtine, di jiyana xwe ya şoreşgerî de praktîkek bêhempa nîşan daye.
Hevalê Dîlgeş Sarpiyan (Alî Ozalp), du birayên xwe yên qehreman ê ji kevneşopiya çep şoreşger hatine, di eniya berxwedanê ya TÎKKO’yê de şehîd daye. Ji ber ji bo wî têkoşîn neçariyek bû, di nav refên PKK’ê de şerê xwe di asta herî bilind de li dijî sîstemê meşandiye û vê jî bi tevlîbûna refên gerîla dewam kiriye. Hevalê Dilgeş ku xwedî zanyeriyek mezin bû, her tim ketiye nav hewldanan ku her qada kul ê ronî bike, heta şehadeta xwe jî jiyana xwe têkoşînê li ser esasê pîvanên rast, rêgezî û şerkerî meşandiye.
MORDEM, TÛFAN, SERHAT Û ANDOK
Hevalên Mordem (Mûrat Yalavaz) û Tûfan (Behçet Yetîş) ên ku bi kevneşopiya berxwedêr a Amedê tevlî refên gerîla bûn, Hevalên Serhat (Yuksel Gokbaş) û Andok (Dogan Aslan) ê ji bo li Dersîm û Erzirom’ê têkoşîna şoreşgerî bidomînin, ji agir gomlek li xwe kirine û bi kelecanek mezin di nav refên gerîla de cih girtin, di demek kurt de gihiştin asta gerîlabûnê, li çiyayên Kurdistanê bûne xwedî pratîkek têkoşînê ya mezin û watedar.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Adil Botan
Nav û Paşnav: Ahmet Akdag
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Nazîfe - Taha
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016’an /Dersîm
Nasnav: Dilgeş Sarpiyan
Nav û Paşnav: Alî Ozalp
Cihê Jidayikbûnê: Dersîm
Navê Dayik û Bav: Gulîzar - Findik
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016’an /Dersîm
Nasnav: Mordem Amed
Nav û Paşnav: Mûrat Yalavaz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Turkan - Ramazan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016’an /Dersîm
Nasnav: Serhat Dersîm
Nav û Paşnav: Yuksel Gokbaş
Cihê Jidayikbûnê: Dersîm
Navê Dayik û Bav: Şukriye - Riza
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016’an /Dersîm
Nasnav: Andok Meryem
Nav û Paşnav: Dogan Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Gulsûna - Fesîh
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016’an /Dersîm
Nasnav: Tûfan Arjîn
Nav û Paşnav: Behçet Yetîş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Zînnet - Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2016’an /Dersîm
Her şeş hevalên me jî dema amadekariyên pêngava mezinkirina têkoşîn û şer a ji ber agahî ji Rêber Apo nayê girtin tê meşandin, di encama êrîşên dijmin de tevlî karwanên şehîdan bûne û mîrateya têkoşînê dewrî me kirine. Em soz didin ku vê wezîfeya dewrî me kirine bi serkeftî bi cih bînin, careke din şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.
27 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG