Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 26’ê Tebaxê de saet 06.40’an Midûriyeta Emniyetê, Lojmanên Emniyetê, Midûriyeta Hêzên Çewîk, Mala Qeymeqamtiyê, avahiya MÎT’ê û nuqteya kontrolê ya Polîsan ku li ser rêya Cizîr-Şirnex’ê ya li navçeya Cizîr a Şirnex’ê ne û hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk plansaziyên qetlîama Cizîrê lê amade kiribûn , ji hêla gerîlayekî me ve bi ‘çalakiyek fedaî’ hat hedefkirin.
Hevalê me Firat Pirsûs bi şîara, ‘Ji ber em ji Rêbertiya xwe agahiyê nagirin, êdî em li ti kesî guhdar nakin; em ê çalakiyên fedaî pêş bixin. Di çarçoveya dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe!’ em ê çalakiyên xwe mezintir bikin’ bi wesayîtek teqemenî barkirî ve çalakî li dar xistiye.
Di çalakiya fedaî de ku ji bo bîranîna şehîdên Cizîr’ê hate lidarxistin, wesayîta teqemenî barkirî li hewşa 2 avahiyên girêdayî Midûriyetê ku 280 endamên Hêzên Çewîk lê dimînin, hate teqandin. Ev 2 avahî bi temamî hilweşiyan, depoya cebilxaneyê ya li vir jî teqiya û şewitî û domahiya 4 saetan jî teqînan dewam kirin.
Di dema çalakiyê de 60 wesayitên zirxî ( Ranger, Akrep, Kobra, Kirpî, BTR û hwd.) bi temamî hatin rûxandin. Li vê derê hin wesayit û Konteynirên Zirxî bi bandora teqînê pekîne Çemê Dîclê. Beşekî girîng ê bînahiya Emniyetê hilweşiya, dîwarên wê rûxiyan, Mala Qeymeqamtiyê û bînahiya MÎT’ê jî ziyaneke mezin gihayê.
Di teqîna Midûriyeta Qewetên Çevîk de û ya li baxçeyê Qereqolê bi zelalî 118 hêzên ewlekariyê hatin kuştin, 152 ji wan jî birîndar bûn. Di çalakiyê de qeymeqam jî birîndar bû, hijmara kesên ku li bînahiya MÎT’ê û li bînahiyên din ên ku şewitîn û kavil bûn nayê zanîn bê ka çend kes hatin kûştin.
Piştî çalakiyê hêzên ewlekariyê yên birîndar û kûştî bi ambûlans, helîkoptêran rakirin nexweşxaneyên Cizîrê, Silopya, Şirnex, Mêrdîn, Amed û Êlih’ê. Di çalakiyê ku ketin û derketina li Cizîrê hat qedexekirin, 2 sivîl birîndar bûn.
Hevrêyê me Firat Pirsûs ê ku çalakiya fedaî kirî, 2006’an Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê nas dike û ji bo vê meraqa xwe ya mezin têr bike dikeve nav lêkolînan û lê hûr dibe. Têkoşîna azadiyê ya ku di dema xwendinê de baştir nas dike, ji bo ku tevlê bibe jî gav davêje. 2012’an tê çiyayên Kurdistanê û xwe dide gelê xwe. Hevrê Firat hemû xebatên xwe bi performanseke serkeftî domand û bi vî awayî bû xwedan helwesteke mînak.
Hevrê Firat Pirsûs ku hişmendiya, heya Rêber Apo azad nebe, heya ku Kurdistan azad nebe wê jiyaneke rast nikaribe were jiyîn, di dilê xwe de, di meşa xwe ya azadiyê de tim pêk aniye, bi çalakiya Fedaî ya ji bo bîranîna Şehîdên Cizîrê, tevlî nav karwanên şehîdên azadiyê bûye.
Nasnameya hevalê me yê çalakiya fedaî li dar xist wiha ye;
Nasnav: Firat Pirsûs
Nav û Paşnav: Mûstafa Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik û Bav: Hatîce – Huseyîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex”
Di 24’ê Tebaxê de saet 19.00’an li gundên Qereyazî ya Erzirom’ê artêşa TC’ê xwestiye ku operasyonê dest pê bike. Saet 20.30’an, di navbera gundên Qalma û Reşayê Temo yên Qereyaziyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa BTR’ê û leşkerên ku bi mebesta rê bibirin ji wesayitê derketin bi çekên ferdî û RPG-7’ê (roketatar) yên hêzên me bi bandorî derb xwarin. Li vê derê jî yek jê bi rutbe 12 leşker hatin kuştin û wesayiteke zirxî hat rûxandin. Piştî çalakiyê qerqoteyê wesayita zirxî bi vîncekê ber bi Erzirom’ê ve birine. Saet 00.00’an artêşa TC’ê li zozanên gundên Qalma, Reşayoyê Temo û Kurtkayê operasyon dane destpêkirin û 26’ê Tebaxê bêyî encamekê bistînin vekişiyane. Ev çalakiya ku hatiye kirin li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me ye.
Di 26’ê Tebaxê hêzeke me gerîla ku zozanên Kuşneyê ya girêdayî navçeya Dortyolê ya Hatay’ê dema ku diçûna peywira xwe bi artêşa TC’ê re hevrû bûne û şerekî demkurt pêk hatiye. Li vir hijmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin. Yekîneya me bi sax û silamet gihaştiye qadên xwe.
Di 26’ê Tebaxê bi ser Girê Genîş ê bi ser Şemzîna Colemerg’ê de, saet 09.45’an 2 çalakiyên siûqastî hatin kirin û 2 leşker hatin kuştin. Her wiha hêzên me bi hewanan li mewziyên wir xistiye. Piştî çalakiyê bi obûs û hewanan li Garê û Girê Şehîd Dilşêr xistin.
Di 26’ê Tebaxê di navbera saet 15.00-15.30’an de hêzên me bi çekên giran êrîş birin ser girê Şehîd Gafûr ê Oremar’ê ku leşker lê bi cih bûbûn. Hijmara kûştî û birîndarên leşkerên li vir nehat zelakirin.
Artêşa TC’ê 24’ê Tebaxê li qadên gundê Talê ya Colemerg’ê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê li gundên Ezîzan û Talê lêgerînê dike. Her wiha ji bo ku hêzên me çalakiyê nekin, gelê wir ji xwe re kirine mertal. Ev operasyon 26’ê Tebaxê derengiya şevê vekişiyane.
Di 26’ê Tebaxê de saet 14.00’an hêzên me êrîşek birine ser qereqola Melebadî ya girêdayî Farqîn a Amed’ê. Hijmara kûştî û birîndarên vê derê nehatin zelalkirin.
27 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG