HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Şer li derdora girê Şehîd Cîhat ê li nêzî kelha Ertûşê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê zêde bûye.

Li nêzî girê Şehîd Cîhat ê li nêzî kelha Ertûş’ê ya li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê şer zêde bûye. Di 3’yê Îlonê (Îro) hêzên me li diîî leşkerên artêşa TC a xwe li derdora girê Şehîd Cîhad bi cih kiriye çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek çeperên dijmin ketin; gelek cenazeyên dijmin û çek jî ketin dest hêzên me. Li derdora kelha Ertûş’ê şer bi awayekî dijwar didome. Her wiha, artêşa TC bi awayekî zêde teknîkê bi kar tîne.

3 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG