Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 2’yê Îlonê de saet 15.00’an hêzên me bi hewan, çekên giran û çekên sûîqestê ve li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin . Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.
Li kelha Ertûş, girên Şehîd Cahît, Şehîd Newa’lê yên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê şer didome. Di 2’yê Îlonê de saet 05.30’an hêzên me li dijî leşkerên li qada Şehîd Cahîd û Şehîd Newalê çalakî li dar xistin. Di destpêkê de bi giştî 6 leşker hatin kuştin; 3 gerîlayên me jî bi şerekî lehengî şehîd bûn. Hêzên me heta danê êvarî bi bombeyên dest û çekên ferdî li leşkerên ku li qada girê Şehîd Neval dan.
Piştî çalakiya êrîşê, artêşa TC berê xwe da Kelha Ertûş’ê. Li vir heta danê êvarî şer qewimî. Di şer de herî kêm 20 leşker hatin kuştin. Her wiha, danê êvarî artêşa TC bi balafirên şer, helîkopterên Kobra, hewan û obusan ve girên Şehîd Colemêrg, Şehîd Cahît, Şehîd Newal, Hewan, qada Garêya Biçûk û kelha Ertûş’ê bombe kirin. Piştî bomberdûmanê artêşa TC careke din berê xwe da kelha Ertûş’ê û ji ber çalakiyên gerîlayên me neçar ma vekişe. Dîsa bi awayekî hemwext, mabeyan gerîlayên me û leşkerên ku êrîşî girê Şehîd Cîhat kirin de domahiya 2 saetan şer qewimî. Li vir hêzên me hin alavên leşkerî desteser kirin û gelek cenazeyên leşkeran jî di bin kontrola gerîlayên me de man. Li vê qada ku şer didome, bomberdûmanên bi balafirên şer, helîkopterên Kobra û hewanan hê jî didome.
Di 3’yê Îlonê de saet 01.00’an hêzên me li nêzî gundên Nizra, Çirkanis û Şavite yên girêdayî Colemêrg’ê 2 xetên înternetê û stasyona Turkcell- Vodafone- Avea îmha kirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; di 2’yê Îlonê de saet 15.00’an gerîlayên me, wesayîtek zirxî ya Kobra ya yekîneyên operasyonê yên artêşa TC li ser rêya Amed-Farqîn’ê kirin hedef û çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayît îmha bû, li vir bi zelalî leşkerek hat kûştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
Di 30’ê Tebaxê artêşa TC li qada Apê Mûsa ya Amed’ê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di vê operasyonê de ku ji 17 tabûran pêk tê û cerdevanên ji gundên Cevzê, Nêrib, Siwan û Ûçûrê jî tevlî bûne, pêgerên hewayî yên bêmirov keşfê dikin, bi hewan û obusan jî gelek dever tên bomberdûmankirin. Hêzên operasyonê qûntarên Cixsê, Pêya, Buyuk Taşlık, Kuçuk Taşlık, Qilê Boxa, Speynik, Xiraba, Paşê Çiya û Şelê girtine, her wiha avêtin ser malên gundên derdor. Di 2’yê Îlonê piştî nîvro saet 16.00’an yekîneyên leşkerî yên nêzî gundê Mahmê ji hêla gerîlayên me hatin kontrolkirin û çalakî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kûştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Yekîneyên leşkerî yên kuştiyên wan çêbûn, ketober gundên derdor dan ber guleyan. Ev operasyona êvara 2’yê Îlonê vekişiya.
Du rojin artêşa TC ji qereqolên Zîver û Vardîrek ên girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê, derbendên Kiltûş û Mûradê dan ber hewan û çekên A-4. Agir bi vê eraziyê girtiye.
Di 29’ê Tebaxê danê sibehê de saet 05.00’an hêzên me li dijî xeta boriya gaza xwezayî ya mabeyna gundên Pêya û Ziyaret ên girêdayî Mûş’ê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Bi teqînê ve di xeta boriyê de xisarek mezin çêbû, leşkeran jî li eraziyê operasyon dan destpêkirin. Ev operasyon danê êvarî bêencam vekişiya.
Di 1’ê Îlonê de saet 16.10’an komek gerîlayên me yên ku ji bo wezîfeyê li qadên Garboyûn, Zargayît û Arman ên girêdayî Dersîm’ê diçûn wezîfeyê, ew û leşker rast hev hatin û şer nêzî saetekî qewimi. Di encama lêdanên bi bandor ên gerîlayên me de yekîneyên leşkerî vekişiyan, helîkopterên Kobra ketober li eraziyê dan. Dîsa ji qereqolên derdor jî erazî bi obus û hewanan hat bomberdûmankirin. Danê êvarî saet 20.00’an artêşa TC yekîneyên teqwiye veguhestin, bi helîkopterên Skorsky leşker danîn. Danê sibehê saet 08.00’an leşkeran rêya Dersîm-Xozatê li trafîkê girtin, li wesayîtan jî lêgerîn pêk anîn.
Yekîneyek dijmin a ji 22 kesan pêk dihat ku li nuqteyek din a vê rêyê bûn, saet 10.25’an ji hêla gerîlayên me ve ji mesafeyek nêz hat hedefkirin. Piştî şerê demkurt, artêşa TC kûştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistin. Di encama vê çalakiyê de bi zelalî 5 leşker hatin kûştin, qasî hat zelalkirin 2 leşker jî birîndar bûn. Ev operasyon bêencam vekişiya.
Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku di pêvajoya dawî de şehîd bûne hatin lidarxistin.
Operasyona berfireh a artêşa TC ku ev 3 roj in li qada Tendurek’ê li dar dixe, dewam dike. Encamên operasyonê ku li gelek deveran şer rû daye, wê piştre bi awayekî berfireh bê ragihandin.
Di 1’ê Îlonê de saet 05.30’an artêşa TC li qada Cûdî ya Şirnex’ê operasyonek da destpêkirin. Dema artêşa TC xwe li qûntarê Kursekeça ya li mintiqa Şehîd Adil bi cih kirin, hêzên me bi çekên RPG-7 û ferdî lê dan. Li vir bi giştî 7 leşker hatin kuştin. Her wiha, li dijî leşkerên piyade jî çalakiyek sabotajê hat lidarxistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Heman rojê saet 19.00’an, dema leşker gihiştin rêya Navakara, hêzên me çalakî li dar xistin û 2 leşker kuştin. Di 2’yê Îlonê operasyon vekişiya, artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin. Di şer de 3 gerîlayên me bi şerekî lehengî şehîd bûn.
Di 2’yê Îlonê de saet 18.30’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a ku xwe li girekî navçeya Kerboran a Mêrdîn’ê bi cih kiribûn çalakiya serdegirtinê li dar xistin. Li dijî 6 çeperên gir, ji 2 baskan ve êrîş hat lidarxistin, di encam de 4 çeper bi temamî hatin rûxandin; hêzên me çûn ser 5 cenazeyên leşkeran û 5 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de;
1Tabanca
1 xeleka BKC
2 êlekên pola
1 dûrbîna şevê
1 dûrbîna termal
1 rextê M-16 û telefonek hatin desteserkirin
1çeka giran a A-4 jî hat rûxandin.
Piştî çalakiyê wesayîtek zirxî ji bo mudaxeleyê hat. Hêzên me bi awayekî bi bandor lê dan û wesayît teqiya û îmha bû. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me hat lidarxistin.
Di 2’yê Îlonê de saet 17.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, derdora qûntarê girê Karker, qada Şehîd Berîtan û ava Hacibegê yên girêdayî herêma Xakurkê bombe kirin.
3 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG